Çalakgerên meşa dirêj heta niha bi 140 kîlometreyan meşiyan e

Meşa Dirêj, ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" li Luksembûrgê dest pê kir, duh gihîşt Saînt Avoldê. Meş bi baldarî dewam dike.

Meşvan heta niha bi 140 kîlometreyan meşiyane û duh xwe gihandin bajarê Saînt Avold ê li herêma Grand Est a Fransayê. 70 dostên Kurd ên ji gelên cuda û nûnerên 15 saziyên Kurdan, tevî baranê û hewa sar jî bi moraleke mezin dimeşin.

LI SAÎNT AVOLDÊ JI ALIYÊ RÊVEBERIYA ŞAREDARIYÊ Û BI SEDAN KURDISTANIYAN VE HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Meşvan duh danê êvarê li bajarê Saînt Avoldê ji aliyê bi sedan Kurdistaniyan ve hatin pêşwazîkirin û li salona ku ji aliyê şaredariya bajarê ve ji bo wan hat amadekirin, li hev civiyan. Heyeta ji meşvanan li vê derê bi rêveberiya Şaredariya Avoldê re rûnişt.

Di hevdîtinê de li ser çalakî û daxwazên Meşa Dirêj, agahî hatin dayîn. Heyetê dosyayek û belavokên li ser armanca çalakiya xwe amade kiribû, radestî rayedarên Şaredariya Saînt Avoldê kir.

Piştî xwarina nîvro jî, meşvanan bi zimanî Îngilîzî li ser Jineolojiyê semînerek dan. Di qonaxa beriya niha de jî meşvanan li bajarê metzê li ser mijara 'Paradîgmaya Rêbertî' semîrek bi zimanê Îngilîzî da bûn.

'MEŞA ME BI PLANKIRÎ DIMEŞE'

Endamê Komîteya Amadekar a çalakiyê Sezaî Ûçar li ser qonaxên Meşa Dirêj û hevdîtinên tên kirin agahî da û diyar kir, di nava 5 rojên destpêkê de ew bi 140 kîlometreyan meşiyan e. Ûçar da zanîn, barana ku di nava 2 rojên dawî de dibara, bandorê li çalakiyê dike, lê tevî vê yekê jî di çarçoveya plana wan de meş didome.

Ûçar da xuyakirin, ku ji ber vê meşa dirêj peq di lingê hin meşvanan de çêbûye û werimiye û got, "Lê belê moralê hemû çalakgeran gelekî baş e û plana me jî di çarçoveya plana xwe de dewam dike."

'BI BALDARÎ TÊ ŞOPANDIN'

Ûçar anî ziman, li her bajarê ew jê derbas dibin, gel, rêveberên herêmî û Kurdistanî wan bi baldarî pêşwzî dikin û wiha dewam kir: "Bi taybetî gelê Fransayê, rêveberên herêmî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî bi baldarî çalakiya me dişopînin. Dema em li dora Metzê bûn, rêveberên Partiya Sosyalîst (PS) gotin, 'eger hê zûtir agahiya me jê çêbûya me yê hîn bêhtir alîkarî bidan'. Roja Yekşemê em li bajarê Saînt Avoldê bi xweşî hatin pêşwazîkirin. Bi taybetî ji me re gotin, di têkoşîna ji bo azadiya Ocalan de ew bi me re ne û piştgiriyê didin daxwazên me."

Sezaî Ûçar bal kişand ser baldariya Kurdistaniyên li vê herêmê dijîn û got, "Wekî din hewldana bi dehan mirovên ji gelên cuda ji bo azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd, rê li ber sempartiyeke mezin a Kurdên li vir vekir. Li her bajar û bajarokên em lê bêhnê vedidin, bi baldarî me pêşwazî dikin."

BANGA LI GEL

Ûçar ragihand, di qonaxa 6. a Meşa Dirêj de ew ê ji Saînt Avoldê bimeşin û piştî 27 kîlometreyan xwe bigihînin bajarokê Loûpershoûse. Ûçar diyar kir, roja 10'ê Sİbatê ew ê li Strasboûrgê bin û bang li Kurdistaniyan kir, ku di qonaxa navbera Loûpershoûse û Strasboûrgê de destekê bide wan.

Ûçar bibî xist, ku di 11'ê Sibatê de ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li gelemperiya Ewropayê meş û mîtîngan bên lidarxistin û li benda tevlîbûneke xurt in.