Çalakgerên Meşa Dirêj civiyan

Meşa Dirêj bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ 1’ê Sibatê li Luxembûrgê dest pê dike û 11’ê Sibatê li Straboûrgê diqede. Ji welatên cihê yên Ewropayê enternasyonalîst ji bo meşê hatin.

Meşa Dirêj bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ 1’ê Sibatê li Luxembûrgê dest pê dike û 11’ê Sibatê li Straboûrgê diqede. Ji welatên cihê yên Ewropayê enternasyonalîst ji bo meşê hatin. Dostên Kurdan, bang li rêxistin, saziyên xwe yên sivîl û civakî kirin ku tevlî meşê bibin.

Dostên Kurdan gotin tenê bi mebesta ku ew destekê bidin nayên lê her wiha ji bo ku nirxên xwe biparêzin tên û ramanên Ocalan ji bo wan girîng in.
Ji bo Meşa Dirêj Partiya Sosyalîst a Fransa jî banga hevgirtinê kir.

Meşvan her wiha wê bibin mêvanê Şaredariya Metzê jî. Êvara 3’yê Sibatê  meşeke hevpar wê were kirin û li ser Rojava wê konferans were dayin.

BANG

Dostên Kurdan di rêgeha Meşa Dirêj de wê bi şaredarî, sendîka, rêxistinên çapemenî û parlamenteran re hevdîtinan bikin. Di meşê de wê semîner li ser felsefeya Ocalan bidin.

Meşa dostên Kurdan li ber bînahiya Dîwana Edelatê ya Ewropa wê dest pê bike. Li Dîwana Edelatê ya Ewropa doza bi mebesta ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin didome.

Rêxistinên saziyên sivîl, parêzerên mafê mirovan û demokratan bang kirin ku destekê bidin armancên meşê.

Bang hate kirin ku di serî de YE, KE, NY li dijî komkujiyên dewleta Tirk dawî li bêdengiya xwe bînin.

Dîsa hate gotin divê berpirsyariyên xwe yên ji bo Ocalan divê bi cih bînin û ji bo ku dawî li nehiqûqiyan were bila kêferat were kirin.

Dostên Kurdan ji bo ku statûya Kurdan were nasîn û weke muxatabê siyasî werin dîtin wê bang bikin.

RÊGEH

Roj û Rêgaha Meşê

1 Sibat: Luxemburg / Audun-le-Tiche

2 Sibat :  Audun-le-Tiche / Thionville

3 Sibat: Thionville / Talange

4 Sibat: Talange / Landremont

5 Sibat: Landremont / Saint-Avold

6 Sibat: Saint-Avold / Puttelange-aux-Lacs

7 Sibat: Puttelange / Sarre-Union

8 Sibat: Sarre-Union / Phalsbourg

9 Sibat: Phalsbourg / Wasselonne

10 Sibat: Wasselonne / Strasbourg