Bûyer û biryarên siyasî, aborî, civakî ku mohra xwe li 2018'an da

Bûyer û biryarên siyasî û aborî ku mohra xwe li 2018'an dan. Tê xuyakirin ku 2018'an arîşeyên avanî yên kapîtalîzmê giran bûne.

Ji ber şer 2018'an di serî de li Rojhilata Navîn bi milyonan mirov neçar man koçber bibin. Li deverên cuda yên cîhanê ji ber şer û zextan bi milyonan mirov ji şûnwarên xwe bûn. Bi hezraran kes di rêya koçberiyê de mirin.

2018'an şerê bazirganiyê derkete pêş. DYA, Çîn, DYE û Îran û bloka Rojava û Rojhilata Navîn li dijî hev şerê bazirganiyê ragihandin.

Dema ku mirov li 2018'an dinere xuya dike ku krîza avanî ya pergala kapîtalîst giran bûye û ji bo forma netew-dewlet li ser piyan were hiştin dewlet ber bi rastgiriyê ve dişemitin û dibin xwedî karakterekî tund ê navendî.

2018'an pêşbirka çekdarbûnê nerawestiya. Di serî de DYE, Ingiltere, Elmanya û Rûsya, bi taybetî cîhana Rojava çek firotin welatên Rojhilata Navîn, di şer de her roj bi sedan mirov dimirin.

ÇILE

*6'ê Çile: Pakêta darayî ya nû ya Yekîtiya Ewropayê ku bi navê MîFID II tê zanîn dest pê kir. Bi pakêta reformê re sermiyandar û kapîtalîst kirin bin mîsogeriyê.

*6'ê Çile: DYA'yê bi henceta ku Pakîstan li dijî Talîbanan, ên ku êrîş dibin ser leşkerên Amerîkayê yên li Efganîstanê 'bi biryardarî tênekoşiyaye' ragihand ku alîkariya lekerî rawestandiye.

*7'ê Çile: Şîrketa petrolê ya mezin a Siûdî Aramco bi armanca ku 5 ji 100'î bibe taybet veguhrandin ser şîrketa anonîm.

*7'ê Çile: Gelê Tûnisê ku çirûska Bihara Ereb vêxistin li dijî yasya bûdçeyê ya ku 1'ê Çile sazkar bû li 20 bajaran derketin kuçeyan, yasa şermezar kirin. Çalakî heta 11'ê Mehê dom kirin.

*13'ê Çile: Piştî muzakereya 2 salan a di navbeyna Koreya Bakur û Başûr de ji muzakereya pêşî ya sivîl encam hate standin.

*14'ê Çile: Li Yewnanîstanê kedkar li dijî polîtîkayên birçîhiştina gel a hikûmetê bi grev û çalakiyan derketina qadan.

19'ê Çile: Freedom House di rapora azadiya a 2018'an de got li cîhanê demokrasî paş ketiye, Tirkiye jî ketiye nav kategoriya welatên ku azadî lê nîn e.

19'ê Çile Wezareta Berevaniyê ya DYA'yê dawiya Çile Stratejiya Berevaniyê ya Netewî ragihand û Çîn û Rûsya weke talokeyên pêşîn pênase kir.

*20'ê Çile: Dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi êrîşên dagirker ên ser Efrînê kirin. Êrîşên dagirker ku anîn ser salvegera 72'an a hilweşîna Komara Kurd a Mehabadê bi 72 balefiran dest pê kir.

SIBAT

*4'ê Sibatê: Elmanya li gel hemû helwestan jî biryar stand ku çekan bifiroşe Tirkiyê û Siûdî. Bi tangên Elman Leoparan li Efrînê gelek sivîl hatin qetilkirin.

*24'ê Sibatê: Dadgeha Federal a Herêma Başûr a Emerîkayê dosyayeke dî li ya Riza Zarrab û Alîkarê Midûrê Gİştî yê berê yê Halkbankê Atîlla kir, ku li ser qeydên dozê biryara veşartî hebû.

*25'ê Sibatê: Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi yek dengî qebûl kir ku li pêşnûmeya 'agirbesta mirovî' ji bo Sûriyê hatiye qebûlkirin. Tirkiye û çeteyên wê li gorî vê biryarê neçûn.

ADAR

*3'yê Adarê: Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn got Rûsya xwedî moşeke balîstîk a parzemînî ya bi 'menzîla bêsînor e' û 'ti pergala berevaniyaê nikare asteng bike' û tirs da rikberê xwe.

*8'ê Adarê: Fermandarê Hêzên Hevalbend ê Ewropayê yê NATO'yê Curtîs Scarrapottî diyar kir, wan dengê xwe li Tirkiyê kiriye da ku S-400 nestînin.

*13'ê Adarê: Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp ragihand li şûna Tîllerson serokê CIA'yê Mîke Pompeo aniye ser kar.

*14'ê Adarê: Bi seroktiya Angela Merkel hikûmeta koalîsyona berfireh bi fermî hate avakirin.

*18'ê Adarê: Bi sedema ku Tirkiye di dagirkirina Efrînê de sivîlan gelekî dike hedef hêzên QSD'ê û YPG'ê piştî berxwedana 58 rojan biryar li ser dan ku ji navenda bajêr vekişin û bi taktîka gerîla şer bidomînin.

*24'ê Adarê: Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp li ser twîterê Şêwirmendê Ewlehiya Netewî H.R McMaster ji peywirê standin û Nûnerê berê yê Neteweyên Yekbûyî John Bolton anî ser kar.

*30'ê Adarê: Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron şandeyeke ji nûnerê Kurd û Erebên Sûriyê qebûl kir û ragihand, wê yekîneyên Fransiz li Minbicê were bicihkirin.

31'ê Adarê: Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp şerê bazirganiyê da destpêkirin. Pêşnûmeya têkilî baca pêvek a li ser pola û alîmûnyûmê ku DYE îthal dike, îmze kir. Rêveberiya Çînê ji ber biryarê, Nîsanê li Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê gilhê Emerîkayê kir.

NÎSAN

*14'ê Nîsanê: Li ser îdîayên ku li Dumayê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, Serokê DYE'yê Donald Trûmp saet 04.00'an ragihand li gel Ingiltere û Fransayê li dijî Sûriyê êrîşa hewayî ya hevpar kirine.

*21'ê Nîsanê: NATO'yê ragihand ji Hêza Hevpar a bi Asta Pir Zêde, ya ku li dijî rîsk û gefên ku ji Rûsya, Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur werin hatiye avakirin, Tirkiye wê berpirs be.

*27'ê Nîsanê: Lîderên Koreya Bakur û Başûr hatin cem hev. Piştî hevdîtinê hate ragihandin li hev kirine ku dijminatiyê bi dawî bikin.

GULAN

*11'ê Gulanê: Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ew ji peymana nukleerê ya bi Îranê re ku dema Obama hatibû îmzekirin, vekişiyane.

*24'ê Gulanê: Xezîneya DYE'yê çar şîrketên Tirk û welatiyekî Tirk bi sûcdariya 'terorê fînanse dikin'' kire nav lîsteya ku guşar li wan were kirin.

*26'ê Gulanê. Trîbûnala Navnetewî, Dadgeha Gelan a Domdar ku ji bo sûcên Tirkiyê yên li dijî Kurdan darizine  hatî avakirin, dawiya gulanê biryara xwe ragihand. Tirkiye ji 'sûcê şer' û 'sûcê dewletê'' hate mehkûmkirin.

HEZÎRAN

*15'ê Hezîranê: Wezareta Berevaniyê ya Efganîstanê ragihand, lîderê Talîban a Pakîstanê Molla Fazlullah bi êrîşa hewayî ya hevpar a DYE û Efganîstanê hatiye kuştin.

*17'ê Hezîranê: Hate ragihandin li Antarktîkayê ku 90 ji 100'î yê qeşaya cîhanê lê ye, van 6 salên dawî qeşaya ku dihele 3 caran li ya berê zêdetir bûye.

*23'yê Hezîranê:  Roja Penaberan a Cîhanê hate ragihandin her deqeyê 20 kes her tiştê xwe dihêlin û ji şûnwarê xwe vediqetin.

TÎRMEH

*11-12'ê Tîrmehê: Li paytexta Belçîkayê Brûkselê civîna NATO'yê hate çêkirin.

*14'ê Tîrmehê: Li kolna li nêzî perestegeha Olympîa ya Atînayê, li nav bermahiyên serdema Romayê du lewhayên kîlî yên 1800 salî hatin dîtin ku ji Dastana Odyssîa 13 rêzik li ser hebûn.

*16'ê Tîrmehê: Serokdewletên DYE'yê û Rûsyayê li paytexta Fînlandiyayê Helsînkî hatin cem hev.

*19'ê Tîrmehê: piştî qebûlkirina pêşnûmeya yasayê ya Partiya Lîkudê li parlamentoya Israîlê hate dengda, Israîl bi rengê 'Dewleta Netewî ya Israîlê' bû yasayî.

*27'ê Tîrmehê: Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryar stand ku Hêza Aştiyê ya li Qibrisê 6 mehê dî jî bimîne.

*29'ê Tîrmehê: Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo ku muzakera bi rêveberiya Şamê re bi geş binbin û tundî bi dawî bibe ,dest bi danûstandinan kir.

TEBAX:

*2'yê Tebaxê: Papa Francîsso helwesta Dêra Katolîk a Romayê ya li bara cezayê darvekirinê hişk kir. Vatîkanê daxuyand, cezayê darvekirinê ji bawerî û îbadeta Katolîk hatiye derxistin.

*2'yê Tebaxê: Li gorî bîlançoya Appleyê di dema Nîsan û Hezîranê ya îsal de, li gorî heman dema sala berê dahata wê 17,3 ji 100'î zêde bûye û bûye 53,26 milyar doalr, kara safî 32,1 ji 100'î zêde bûye, bûye 11,52 milyar dolar. Bihayê şîrketê gihaye 1 trîlyon dolarî û rekor daye xwe.

*23'yê Tebaxê: Trûmp, ku ji roja hatî ser kar gef li ser heye ku ji kar were dûrixstin, bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir, heke ji kar were standin aboriya Emerîkayê wê hilweşe.

ÎLON

*10'ê Îlonê: Di hevdîtinên aştiyê de yên di navbeyan Serokkomarê nû yê Kolombiya Îvan Duque û ELN'ê de, ku 7'ê Tebaxê li Kubayê dest pê kiribûn, hate gotin şertên ku hikûmetê danîn ji hêla ELN'ê ve nehatine qebûlkirin.

*14'ê Îlonê: Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maasî  beriya ku hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov bibîne, li ser Twîtterê têkilî Sûriyê got, ''Em hazir in ku li Sûriyê bi berpirsyariya xwe rabin.''

*19'ê Îlonê: Di navbeyna Tirkiyê û Rûsyayê de li Idlibê ji bo ku li herêma ku rageşî divê lê were kêmkriin, rewş were normalkirin, peyman hate danîn.

*22'yê Îlonê: Li bajarê Ahvazê ya Îranê dema merasîma leşkerî êrîşa çekdarî bû. Di encamê de 30 kes mirin û 60 kes birîndar bûn.

*26'ê Îlonê: Wezîrên Karê Derve yên DYE, Fransa, Elmanya, Ingiltere, Misir, Urdin û Siûdî, bi banga ku li Sûriyê ''Destûreke nû'' were danîn, li New Yorkê hatin cem hev. Wezareta Karê Derve ya DYE'yê got, ''Li Sûriyê ji bo şer çareseriyeke leşkerî tine û tiştekî alternatîfî çareseriya siyasî tine.''

COTMEH

*2'yê Cotmehê: Nûçegihanê Siûdî Cemal Kaşikçi piştî ku çûyî seferatxaneya welatê ya xwe ya li Stenbolê nebedî bû. Piştre diyar bû ku li seferatxaneyê hatiye kuştin.

2'yê Cotmehê: Xelata Fizîkî ya Nobelê dane zanyara jin a Qenedayî Donna Strîckland û zantyarê Emerîkî Arthûr Ashkîn û zanyarê Fransiz Gerard Mourou. Piştî 55 salan cara pêşî ku jineke zanyar xelata Nobelê stand.

*27'ê Îlonê: Serokdewletên Tirkiye, Rûsya, Elmanya û Fransayê bi rojeva Sûriyê li Stenbolê hatin cem hev. Piştî civînê hate gotin, divê Sûriye yek parçe bimîne û pêdivî bi çareseriya siyasî heye.

MIJDAR

*4'ê Mijdarê: Yekîtiya Ewropa, Ingiltere, Elmanya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew li dijî zexta aborî ya DYE'yê ya li ser Îranê ne.

*22'yê Mijdarê: Wezîrê Berevaniyê yê DYE'yê: James Mattîn got, ji bo ku ew bersivê bidin 'metirsiyên' Tirkiyê yên li ser sînorên Sûriyê li ser xeta sînor wê çend cihên çavdêriyê deyin.

*28'ê Mijdarê: Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonîo Guterres bang li hikûmeta Efganîstanê û Talîban kir ku rasterast dest bi hevdîtinên aştiyê bikin.


KANÛN

*4'ê Kanûnê: Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê DYE'yê Jemes Jeffrey beriya ku serdana Tirkiyê bike got, ''Êdî dema wê hatiye ku fîşa Astanayê were kişandin''.

*4'ê Kanûnê: Li Fransayê çalakiya ''Qutikzeran'' ku bi heftiyan dewma kir û li tevahiya welêt belav bû, serkeftina pêşî bi dest xist. Piştî çalakiyan Serokkomar Emmanuel Macron ragihand ku biryara bihakirinê ya ser sotemeniyê sekinandiye.


*14'ê Kanûnê: Li gorî rapora salê ya Komîteya Parastina Nûçegihanan (CPJ) li cîhanê gelek nûçegihan têne girtin. Di raporê de hate gotin li cîhanê qeydkirî 251 nûçegihan girtî ne û ji nîvî zêdetir li Tirkiyê, Çîn û Misrê ne.


*19'ê Kanûnê: Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ku ew ê ji Sûriyê vekişin.

*21'ê Kanûnê: Trûmp ragihand ew ê leşkerên xwe li yên Efganîstanê, beşekê jê vekişînin.

*22'yê Kanûnê: Wezîrê Berevaniyê yê DYE'yê James Mattîn ji ber sedema ku ew û Trûmp ji hev cuda difikirin ji karê xwe qeriya. Mattîn nedixwest ku di vê rewşê de ji Sûriyê leşkerên DYE'yê werin vekişandin.

*22'yê Kanûnê: Piştî Mattîs Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna Dijî DAÎŞ'ê yê DYE'yê Brett McGurtk îstîfa kir.

*23'ê Kanûnê: Konseya Ewlehiuê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku çavdêriyê li agirbesta li Hudeyda ya Yemenê bike biryar standd ku şandeyekê bişîne.

*27'ê Kanûnê: Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb biryar stand ku li Sûriyê têkiliyên dîplomatîk bidest destpêkirin û sefaretxaneyên Şamê vekin.