Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: CPT divê biçe Imraliyê

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser serdana CPT’yê ya Tirkiyeyê got, ‘’Divê girtîgeha Imraliyê, şertên wir rasterast kontrol bikin û bikin rapor’’.

CPT li ser serdana wê ya Tirkiyeyê duh daxuyanî da û gotin ew neçûne Imraliyê, lê li ser rewşê rasterast bi rayedarên Tirk re axivî ne.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê mijarê daxuyanî da û xwest ku Şandeya CPT’yê biçe Imraliyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Li ser mijara ku CPT serdana Tirkiyê kiriye tenê di çapemeniyê de çend agahî hene. Em ne xwedî agahiyeke cudatir in. Heke serdanek hebe, an jî dema pêş wê bibe divê biçine Girtîgeha Imraliyê ku van salên dawî em tim daxwaza vê dikin, li şertên wir binerin û bikin rapor’.

CPT’yê 28-29’ê Nîsana 2016’an çûbû Girava Imraliyê û rapora serdana wê demê 20’ê Adarê ragihandibû. Rapor piştî bi 2 salan li ser daxwaza Enqerê bi raya giştî re hate parvekirin, di raporê de hate gotin ku Ocalan ev 5 sal in bi parêzeran re hev nabîne û ev 18 meh in hîç malbata xwe jî nedîtiye û her wiha têkiliya Ocalan û girtiyên dî yên li heman girtîgehê bi dinyayê re hatiye qutkirin. Di raporê de her wiha hate gotin telefon jî di nav de ti hevdîtin nehatine kirin.