Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Îmraliyê serî li saziyên sivîl da

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê serî li gelek saziyên sivîl ên civakî da.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê di demên dawîn de ji bo ‘hevdîtina lezgîn’ serî li gelek saziyên rayedar ên dewletê dabû. Buroya Hiqûqê vê carê jî serî li rêxistinên sivîl ên civakî da.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir serî li van saziyan daye

“Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Şopandina Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD), Navenda Bîrê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.”

Di peyamê de hate gotin “Li Îmraliyê 8 meh in agahî nayên stendin, ji bo ku agahînestendin bi dawî bibe, serî li saziyên sivîl ên civakî yên di qada mafên mirovan de hate xistin.”