Bûlût: Hêza rêxistinkirî pêşî li desthilatdariyê digire

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût diyar kir ku divê ew rêxistiniya xwe xurt bikin û got, desthilatdarî li pêşberî hêzeke rêxistinbûyî her tim bi paş ve gavê diavêje.

HDP wê di çarçoveya kampanya 'Jin her derê ne' li 5 bajaran bal bikişîne ser xekuştina jinan û mirina bi guman a jinan. Çalakî wê 8'ê Hezîranê bi van çar sernavan dest pê bikin; destavêtina li zarokan, qanûna înfazê, qeyûm û tundiya li jinê. Heveroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût diyar kir ku wê çalakiyên dawî yên vê kampanyayê li 5 bajarên cuda di hevdemî de bikin û bang li jinan hemûyan kir ku piştgiriya çalakiyan bikin.

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût ji ANF'ê re axivî û got, "Me her hefte mijarek nirxand, hemû jî li ser Tirkiyeyê ne. Ji bo em karibin mijarên rojeva sereke ya jinê ne bixin rojeva mirovan hemûyan, ji bo em bikin ku guh bidin gotinên me, me dest bi vê kampanyayê kirin."

Elîf ragihand ku vê hefteyê rojeva çalakiyên wan tundiya li dijî jinê ye û got, "Di 5'ê Tîrmehê de me yê li gelek deveran meş û xwepêşandanên mezin pêk bianîna, di 12'ê Tîrmehê de jî fînal bikira. Lê belê koronayê bandoreke giran li çalakiyên me kir û ji neçarî me taloq kir. Vê hefteyê em li herêman daxuyaniyan didin. Em li dijî kuştina jinan radiwestin."

'DIVÊ EM RÊXISTINIYA XWE MEZIN BIKIN'

Bûlût diyar kir ku ew dixwazin mijara tundiya li jinê bêhtir nîşan bidin, bixin rojeva her kesî û got, "Ji ber ku tundî li Tirkiyeyê asayî bûye, ji bo rewşa jinên ku her roj tên qetilkirin bixin rojevê, me ev hefte ji vê mijarê re veqetandine."

Bûlût got, "Feraseta desthilatdariyê ya ku tundî ewqasî asayî kiriye, bandor li qadên din jî kiriye. Akademîsyen jî li ser zayenda jinê diaxivin. Ev têkoşîn ne tenê têkoşîna jinên HDP'î ye, têkoşîna saziyên jinan hemûyan e. Em vê têkoşîna hevpar dimeşînin. Divê li ber kuştina jinan rabin. Divê em rêxistiniyê xurt bikin. Desthilatdarî li pêşberî hêzeke rêxistinbûyî her tim bi paş ve gavê diavêje."