Bûlût: HDP ji dema nû re amade ye

HDP'ê ku li gelek navçeyên Stenbolê kongreyên xwe pêk anî, tevî zext û zordariyê jî gel eleqeyeke mezin nîşan dide. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût destnîşan kir ku partiya wan ji bo serdema nû amade ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku di 3'ê Mijdara 2019'an de kongreya xwe pêk anî, li navçeyan jî kongreyên xwe didomîne. Zextên siyasî yên li ser partiyê zêde dibin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût destnîşan kir ku HDP wê di dema nû de rê bide ber siyaseta Tirkiyeyê. Bûlût ragihand, tevî zext, binçavkirin, girtinê jî ew li Stenbolê karê xwe dewam dikin û got, kongre ji bo HDP'ê pêvajoyeke rêxistinbûnê ye.

Bûlût ragihand, ew li nava malan, li nava taxan kar dikin, bi rêxistinên civakî yên sivîl re didin û distînin û got, "Di van civînan de astek hate bidestxistin. Ji ber ku me li navçeyên Stenbolê hemûyan kar kir. Ev pêvajo ji bo me mîna pêvajoyeke hilbijartinê ye. Ji bo destnîşankirina rêveberên xwe yên nû yên navçeyan em kar dikin. Di hin mijaran de zor û zehmetî derdikevin pêşiya me. Lê belê eleqeya ku tê nîşandan ji bendewariyên me zêdetir e. Di nava rojekê de li 3 navçeyan kongreyên me pêk tên. Li gorî serdema beriya niha ya kongreyan, di vê demê de gelê me hîn bêhtir eleqeyê nîşanî kongreyan dide.

Gelê me li dijî zext û zordariyê di vê demê de piştgiriyê dike. Xwestin ku çavê gelê me bitirsînin. Lê belê sînorekî vê yekê jî hebû. Di vê demê de welê kirin ku nehiştin em li pêşiya avahiya xwe ya bajêr jî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Dema ku em derdikevin derve bi TOMA'yan û polîsan hatin dorpêçkirin. Ev yek bû sedem ku mirov bêhtir hêrs bibin. Ev hêrs jî di pêvajoya kongreyan de bêhtir hate dîtin."

'EM Ê DEST JI DESTKETIYÊN XWE YÊN LI ROJAVA BERNEDIN'

Bûlût bal kişand ser civînên gel û got, "Meseleya Rojava mijareke ku her di rojevê de ye. Du salên dawî bi gelek hilbijartinan derbas bû, girseya me gelekî xebitî, hatin binçavkirin û girtin.

Ji bo diyarkirina rêveberiyekê çi ji destê me tê em dikin. Em ê meclîsên xwe yên jin û ciwanan xurtir bikin. Siyaseta navneteweyî rêveçûna vê hikumetê diyar dike. Têkiliyên ku datînin temenê AKP'ê dirêj dike, lê belê di vir de jî rewşeke xitimandî heye. Ji ber vê yekê piştî siyaseta Sûriyeyê berê xwe da Lîbyayê. Ev mijar jî di rojeva me de ye. Haya me ji wê yekê heye ku encama ji Lîbyayê derkeve wê zerarê bide hikumeta AKP'ê.

Li aliyê din şoreşa Rojava ji bo me destketiyeke mezin e û em ê ti carî dest ji vê destketiyê bernedin. Mijareke din jî aliyê aborî ye. Mûçeyekî kêmtirîn heye ku di bin sînorê birçîbûnê de ye. Lêçûna rojekê ya qesrê bi qasî mûçeyê kêmtirîn ê mehane yê 2 hezar mirovî ye. Mirov bêhêvî ne û eger ji ber vê yekê întihar dikin ev yek me jî eleqedar dike."

Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê di çarçoveya girîngiya kongreyan de kar û civînên xwe yên li nava gel dewam dikin.