Buldan û Olûç çûn serdana buroya MA û JinNews’ê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bi mebesta piştevaniyê çûn serdana buroyên MA û JinNews’ê yên Enqereyê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bi mebesta piştevaniyê çûn serdana buroyên Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNews‘ê yên Enqereyê. Buldan û Olûç, ji hêla rojnameger Huseyîn Aykol û nûçegihanan ve hat pêşwazîkirin.

‘KESEK NIKARE PÊŞÎ LI HEQÎQETÊ BIGIRE’

Di serdanê de Buldan diyar kir ku polîsan di dema destgîrkirinê de hewl daye bi êşkenceyê serê rojnamegeran bitewînin û wiha got: “Em baş pê dizanin ku bi Qanûna Sansûrê re dixwazin rastiyên li Tirkiyeyê veşêrin û bikin ku ev rastî bi gel re neyên parvekirin. Heke li welatekî rojnameger bên girtin û qanûna sansûrê bê derxistin, bizanin ku li wî welatî nelirêtî û neheqiyên pir mezin tên kirin. Girtina rojnamegeran û derxistina qanûna sansûrê nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dê di demên pêş de nelirêtî û neheqiyên mezintir bikin. Hevalên me yên rojnameger ên hatine girtin, ji bo ku rastiyê bi gel re parve bikin dixebitiyan. Lê heta ku Çapemeniya Azad hebe, dê li vî welatî rastî her tim bi gel re bê parvekirin.”

‘PÊNÛSA ROJNAMEGERÊN HATINE GIRTIN PÊNÛSA RÛMETÊ YE’

Bi domdarî Buldan got ku kevneşopiya Çapemeniya Azad heta niha rastî gelek zextan hatiye û wiha pê de çû: “Kevneşopiya Çapemeniya Azad, peyrewên Mûsa Anter in. Van rojnamegeran, pênûsa Mûsa Anter, Ferhat Tepe, Metîn Goktepe û gelek rojnamegerên din ên hatine qetilkirin li erdê nehiştin. Kirin ku heqîqet derkeve holê û rastî bi gel re parve kirin. Pênûsa van hevalên me yên hatine girtin dê tu carî nekeve erdê. Pênûsa wan pênûsa rûmetê ye. Dê hevalên wan nehêlin ev pênûsa rûmetê bikeve erdê. Banga me ew e ku kedkarên Çapemeniya Azad di zûtirin demê de bên berdan. Em silavên xwe bo hevalên xwe yên rojnameger ên girtî dişînin. Ji bo MA û JinNews’ê jî derbasî be.”

40 ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHÊ DE NE

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol jî da zanîn ku niha 40 rojnameger di girtîgehê de ne û doza 160 rojnamegeran jî didome. Aykol, bi domdarî wiha axivî: “Bi giştî 200 hevalên me di bin zexta dewletê de ne. Dibe ku di carekî de bên girtin. Tevî van zextan jî rojnameyên me ev 33 sal in tên çapkirin, ajansên me dixebitin û televîzyonên me weşanên xwe dikin. Bi meha ye îdianameya 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin nehatiye amadekirin. Niha jî 9 rojnamegerên din girtin. Beriya hilbijartinan ku ev hilbijartin pir girîng in, dixwazin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Lê çi dikin bila bikin, hewce bike em ê bi stajyeran re bixebitin lê dîsa jî em ê bi ser kevin.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku heta niha kesekî nekariye Çapemeniya Azad bêdeng bike û dê kesek nekare jî.