Bûldan û heyeta pê re çûn serdana xwendekarên Bogazîçiyê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê yên ku li dijî rektorê qeyyûm Melîh Bûlû dest bi berxwedanê kiribûn. Hevseroka HDP’ê Stenbolê Elîf Bûlût, Endamê Desteya Giştî ya Navendî ya HDP’ê Ferhat Encu û endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî tevî Bûldan çû serdana xwendekaran.

Xwendekarê bi navê Enes Karakaş diyar kir ku ew kêfxweş in çalakiya wan a li zanîngehan li temamî Tirkiyeyê belav bûye û divê ev berxwedan geştir bibe.

Xwendekarê bi navê Devrîm Bariş Yilmaz jî diyar kir ku ji ber doza Kurdan nehatiye çareserkirin li welat kirinên li dijî demokrasiyê zêde bûye. Yilmaz qala rola HDP’ê ya ji bo demokratîzekirina Tirkiyeyê kir û diyar kir ku ew jî piştgiriyê didin vê têkoşînê.

Bûldan jî diyar kir ku heke xwendekar zanîngehê biqedînin jî li pêşiya bêkarî heye û got, “Heta ku hikumeta AKP’ê neçe wê ev rewş rast nebe. Ji ber vê jî pêdiviya me welatekî demokratîk heye ku AKP tê de tunebe. AKP’ê xisareke mezin da vî welatî. Têkoşîna HDP’ê ya li Tirkiyeyê pêk aniye li zora AKP’ê diçe. Ji ber vê jî zextên mezin tê kirin. Lê partiya me partiyeke wisa ye ku di her şert û mercan de dikare li ser pêyan bimîne.”

Xwendekaran piştre daxwaz û nirxandinên xwe yên li ser nîqaşên Destûra Bingehîn a Nû teslîmî Bûldan kirin. Bûldan diyar kir ku wê van daxwaz û nirxandinan li Desteya Giştî ya Meclîsê bixwînin.