Bûldan nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê da: Zordarî ye, darbe ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan nerazîbûneke tund nîşanî destgîrkirina jinan da û got, "Ev zordarî ye, darbe ye, dijminatiya li jinan e."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de axivî.

Bûldan di destpêkê de parlamenterê HDP'ê yê serdemek beriya niha û siyasetmedarê Kurd Dengî Mîr Mehmet Firat û ji pêşengên Kurdan Sekreterê Giştî yê partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Îranê Dr. Abdûrrahman Qasimlo bi bîr anî.

QIRKIRINA SIYASÎ YA LI DIJÎ JINAN

Bûldan nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên îro da ku li dijî jinan hatin kirin û got, "Ev operasyonên ku li dijî jinan û siyaseta demokratîk hatine kirin, li dijî hiqûqê ye, siyasî ye, zordarî ye, darbe ye, dijminatiya li jinan e. Bi tundî şermezar dikim. Em baş bi armanca van operasyonan zanin. Ji bo rawestandina têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e. Ji bo astengkirina rêxistiniya jinan e. J bo astengkirina siyaseta demokratîk e. Ji bo tirsandin û tepisandina gel e."

Bûldan diyar kir ku desthilatdarî ji têkoşîna demokratîk a jinan ditirse û got, "Çi dikin bila bikin wê bi ser nekevin. Wê nikaribin encamê werbigirin. Wê nikaribin jinan û gelê me ji têkoşînê vegirin. Me serî li ber polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminatiya li jinan netewandin, ji niha û pê ve jî em ê netewînin. Jin wê li her qada jiyanê li ber xwe bidin, wê têbikoşin. Em ji vê derê bang dikin: hevalên me yên jin ên destgîrkirî berdin, rêveberên partiya me yên hatine girtin berdin, dawî li vê bêhiqûqiyê bînin."

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA GIYADÎNÊ

Bûldan di dewama axaftina xwe de destgîrkirina hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a bi êşkenceyê nirxand û got, "Bi rengekî nehiqûqî qeyûm tayînî şaredariya me kirin. Ev zordarî ye. AKP deverên ku di hilbijartinê de nekarî bi dest bixe bi dizîtiya siyasî bi dest dixe. Li herêmê Destûra Bingehîn û qanûn bi temamî ji holê hatine rakirin. Li wê derê hiqûqeke taybet tê meşandin. Ev hemû dijminê HDP'ê ne, dijminê Kurdan, jinan, ciwanan, gel û xwezayê ne."

Bûldan bi bîr xist ku nêzî 50 şaredariyên wan hatine desteserkirin û destnîşan kir ku wê hesabê vê yekê di nava hiqûq û demokrasiyê de ji desthilatdariyê bipirsin.

QONAXA DUYEMÎN A BERNAMEYA TÊKOŞÎNÊ

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku wan qonaxa duyemîn a bernameya xwe ya têkoşîna demokratîk hefteya derbasbûyî li Meclîsê bi daxuyaniyekê eşkere kirin û got, "Daxwaza demokrasiyê ku di qonaxa destpêkê de mezin bû, di qonaxa duyemîn de em ê bi daxwazên xwe yên aştî, edalet, ked, wekhevî û paşerojê mezin bikin. Bi ciwanan re em ê bicivin, guh bidin ciwanan û di vê rêya ku me bi ciwantî destpêkirin em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em ê ji ciwanan hîn bibin û têkoşînê mezin bikin. Em ê li febrîqeyan, li nava zeviyan bin. Em ê bi karker, kedkaran û karkerên çandiniyê yên demsalî re bin. Li welatê xwe em ê jiyaneke wekhev bi hev re biafirînin."