Bûldan: Meşa me wê teqez bi ser bikeve

Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê dewam dike. Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan li Sûltanbeyliyê axivî û got, "Meşa me wê bigihêje armanca xwe, wê teqez bi ser bikeve."

'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dike. Meşvanên ku li baskê Edîrneyê yê meşê cih digirin li Sûltanbeyliyê ye. Bernameya îro ya meşê bi pêşengiya jinan bi rê ve çû. Konvoya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP'ê ve li navçeya Sûltangaziyê bi rengê mor hate amadekirin, gihîşt aliyê din ê bajêr navçeya Sûltanbeyliyê.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenter, jin ên endamên partiyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî tevlî meşa îro bûn.

Li pêşiya navçeyê polîsan konvoy rawestand û xwest kontrolê bike. Her wiha li pêşiya konvoyê bûn asteng. Bûldan û heyeta pê re xwe gihand HDP'iyên li Parka Îbrahîm Dede ya li taxa Hamîdiyeyê û ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Girseya gel wêneyên Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Aysel Tûglûk, Edîbe Şahîn û Nûrhayat Altûn ku dîlgirtî ne hildan.

Bûldan bi gotina "Şertên we yên faşîzmê nikarin rê li pêş meşa me bigirin û nikarin me û gelê me ji hev qut bikin" nerazîbûn nîşanî astengiyê dan.

Bûldan da zanîn ku li gel hemû astengiyan bi gel re tên cem hev û wiha got: "Bi tu awayî nikarin rê li pêş meşa me ya HDP'ê bigirin. Em li vî welatî temînata aştî, demokrasî, azadî û edaletê ne. Em partiya ku demokrasî û aştiyê diparêzin."

Bûldan anî ziman ku ew ê bimeşin Girtîgeha Kandira û navê jinên siyasetmedar, hevşaredar hevserokan yek bi yek jimart. Bûldan bal kişand ser siyasetmedarên girtî û wiha got: "Wekîlên me, hevşaredar û hevserokên me bi awayekî neheq hatine girtin û vîna wan hatiye desteserkirin. Em li dijî neheqî û bêhiqûqiyê ketine rê. Ev rêwîtiya me wê bigihêje armanca xwe. Heta hevalên me azad bibin ev meşa me wê berdewam bikin."

Bûldan herî dawî anî ziman ku wê sibê bimeşin Enqereyê û li Enqereyê meşa demokrasiyê berdewam bikin û wiha got: "Piştî me deklerasyona xwe parve kir em ê meşa xwe bi dawî bikin. Em ê meşa xwe bi çalakiyên cuda vê carê berdewam bikin. Li pey vê meşê aştî, demokrasî û edalet heye."