Bûldan: Li Meclîsê em ê bibin nûnerê gelan

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di mîtînga Çewlîgê de  axivî û bal kişand ser îtifaqa AKP-MHP’ê. Bûldan got; “Armanca wan bi dengê Kurdan guran bixin Meclîsê. Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî kurdan bûn tifaq.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de tevlî mîtînga ku HDP'ê ya Qada PTT'ê ya Çewligê bû. Bûldan piştî ku duh li Mûşê tevlî mîtîngê bû îro derbasî Çewligê bû. Bûldan ewil li navçeya Bongilanê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Piştre tevlî namzetên HDP'ê yên Çewligê û rêveberên HDP'ê bi karwanek mezin derbasî Çewligê bûn û li nava bajar tûr avêtin. Piştî li nava bajar geriyan derbasî qada PTT'ê bûn. Mîtîng rastî eleqeyek mezin a ciwanan hat. Qada mitîngê tije bû. Namzetên HDP yên bajar û Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy jî di mîtingê de amade bûn.

Di mîtîngê de ewil Namzeta HDP'ê ya Çewligê Şefika Dogan axivî û diyar kir ku gelê Çewligê wê êdî ji vê zilmê û îktîdara zilmê re bibêje êdî bes e.

Namzetê HDP'ê Nihat Aksoy jî diyar kir ku her dengê ku biçe ji AKP'ê de wê biçe ji zilm û zordariyê re û xwest kes dengê xwe nedin zilmê.

Namzetê HDP'ê Erdal Aydemir jî diyar kir ku Çewlig bajarê serhildan û berxwedanê ye û AKP ol kiriye qada îstîsmarê.

Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê û Namzetê HDP'ê yê Amedê  Hişyar Ozsoy jî diyar kir ku hikûmet ji bo xwe ji krîza aborî rizgar bike li ber hikûmeta Îngîlîstanê digere û wiha got: "Roj bi roj aboriya Tirkiyeyê bêtir têk diçe."

Piştre cih dan sînevîzyona axaftina Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê ku 9 sal ceza li wî birîn û niha girtî ye.

Dîsa axaftina mîtîngê ya Namzetê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş hat guhdarkirin û peyama wî hat xwendin. Piştre Endamên Kongreya Îslama Demokratîk a Şeva Kadir derketin dikê. Oldar Mela Meheme Zobrin, bang li hezaran kir û xwest nebin alîgirê zilmê.

BÛLDAN: DI 16 SAL DESTILATDARIYA AKP’Ê DE HEMÛ KESÊ ZILIM DÎT

Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, derket ser otobusa hilbijartinê û xîtabî hezaran kir. Bûldan, diyar kir ku AKP- MHP bûn tifaq û armanc dikin ku bi dengê Kurdan guran bibin meclîsê. Bûldan wiha got: "Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî Kurdan bûn tifaq.”

Bûldan, anî ziman ku ev welat ne mahkûmê AKP û Tayyip Erdogan e û wiha axivî: “Ev welat ne mohtacê AKP’ê û Recep Tayyip Erdogan e. Ji niha de ji bo xwe xelas bikin dest bi belavkirina alîkariyê kirine. Malê dewletê belav dikin. AKP 16 sal in li ser îktîdarê ye. Hemû kes rastî zilma wan hatin. Gelê vî welatî kirin mahkûmê xizanî û zilmê. Her tiştî ji bêrîka we didizin. Wê alîkariyê bi baca ji bêrîka we dikin. Divê hûn yek dengî jî nedin AKP'ê. Bêrû ne dê dîsa bên dengan ji we bixwazin. Keyayan kom dikin. Gefan dixwin. Lê êdî gel biryara xwe daye. Erdogan êdî rêwî ye. Wekî din çare tune ye."

Bûldan, destnîşan kir ku Kurdan ol û bawerî ji AKP’ê û Erdogan fêr nebûne û wiha lê zêde kir: "Em ol ji wan fêr nebûne. Bila olê nîşanî me nedin. Em ji destpêkê de bi ola xwe ve girêdayî ne. Gelê Kurd û gelên din ên rastî zilmê hatine ji niha ve biryara xwe dane. Ev pirsgirêk bi şer û ewlehiyê çareser nabe. Pirsgirêka ziman, ol, çand û nasnameyê heye. Êdî hêza tu kesî tune ku nasname, ziman û çanda me înkar bike. Gelê Çewligê wê kesên li dijî kurdan ceza bike. AKP bi MHP'ê re tifaq ava kir. Dixwazin bi dengê Kurdan gur bibe meclîsê. AKP û MHP bûn tifaq û xwestin Kurdan di bin bendê de bihêlin. Lê wê bi ser nekevin. Em ê li meclîsê bibin nûnerê gelan. Em ê bibin meclîsa gelan û van polîtîkayan pûç bikin."

Bûldan girtin û cezakirina Îdrîs Balûken jî rexne kir û da zanîn ku di şexsê Balûken de vîna gel ceza dikin.

Bûldan, herî dawî bal kişand ser hîleyên AKP'ê û wiha bi dawî kir: "Her roj bi hezaran derewan dikin. Dixwazin me bikin berpirsiyarê bûyerên 6-8'ê Cotmehê. Me xwest vê bûyerê lêkolîn bikin, lê AKP'ê red kir. Ji siyaseta Demîrtaş ditirsin. Em biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin. Em destûr nedin ku dengê me bidizin.”