Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû ya li dijî Dayikên Şemiyê ji ANF'ê re nirxand û got, wê Meydana Galatasarayê ti carî neterikînin. Bûldan bi bîr xist ku ew bi xwe jî Dayikeke Şemiyê ye û destnîşan kir ku wê ti carî dev ji daxwazên xwe yên mafdar û rewa bernedin.
'HETA KU KUJER BÊN DARIZANDIN'
Bûldan nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Soylû da û bi bîr xist, Dayikên Şemiyê 23 sal in li Meydana Galatasarayê daxwaza edaletê dikin. Bûldan diyar kir ku ji lêgerîna mirovan a li xizmên xwe yên hatine windakirin bêhtir daxwazeke rewa û mafdar nîne û got, "Ev yek meseleyeke wijdanî ye." Bûldan da xuyakirin ku kujer û berpirsyarên kuştinên kiryar nediyar hîn tên parastin, lewma daxuyaniya Soylû manîdar e.
Bûldan wiha pê daket: "Heta ku mirovên me yên hatine windakirin bên dîtin û kiryar bên eşkerekirin, weke Dayikên Şemiyê ji niha û pê ve jî em ê her hefte li Meydana Galatasarayê bin. Eger winda bên dîtin, berpirsyar bên eşkerekirin û kujer werin darizandin, hingî ew meydan wê bê terikandin. Lê belê di vê demê de ku daxwaza me ya rewa û mafdar nayê bihîstin û kujer tên darizandin, em ê Meydana Galatasarayê neterikînin."
SAVAŞ BÛLDAN
Hevserê Pervîn Bûldan Savaş Bûldan, dema ku Tansû Çîller serokwezîr bû, 2'ê Hezîrana 1994'an li Otela Yeşîlyûrt Çinarê ya Stenbolê tevî Adnan Yildirim û Haci Karay hatibû revandin û 4'ê Hezîrana 1994'an li gundê Yûkarikaraş ê navçeya Yigilca ya Stenbolê cenazeyê wî hatibû dîtin.