Bûldan: Eger bendê derbas nekin, wê bi dengê Kurdan gur biçin Meclîsê!
Bûldan anî ziman ku AKP’ê dît ku wê biçe, ji bo wê Qendîl dike mijar û gel vê erê nake û got: “Eger HDP bendê derbas neke, wê bi dengê Kurdan gur biçin Meclîsê.”
Bûldan anî ziman ku AKP’ê dît ku wê biçe, ji bo wê Qendîl dike mijar û gel vê erê nake û got: “Eger HDP bendê derbas neke, wê bi dengê Kurdan gur biçin Meclîsê.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya hilbijartinê de li Erziromê bû.
Bûldan a li mîtînga li Qereyaziyê de axivî û bi coş silav da gel.
Bûldan got: “Îro hemû karê wan bûye ku bê ka çawa HDP’ê asteng bikin. Dengên ji bo HDP’ê biçin wê çawa asteng bike ye. Wisa difikirin ku wê bi destgîrkirin, girtin û kuştinê gel tine bikin. Rêveberên vî welatî tim zilam li Kurdan kiriye. Weke AKP’ê, weke Erdogan hesabê bê ka em ê çawa vî gelî tine bikion dikin.”
‘DÎTIN KU WÊ BIÇIN…’
Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xalan:
“Niha jî dîtin wê biçin, bi gefan dixwazin deng bi dest bixin. Walî, qeymeqamên xwe dişînin ziyareta esnafan gefan li wan dikin ku deng bidest bixin. Bila vê baş bizanin ku êdî gefê wan encam nagirin. Gel biryara xwe daye, wê Erdogan biçe. 24’ê Hezîranê dersa herî mezin wê Kurd bidin vê rêveberiyê, wê Qereyazî bidin.
Piştî êrîşên li ser Efrînê û şûnde niha jî dibêjin em ê biçin Qendîl û Mexmûrê. Gelê Mexmûrê ji ber zilam we koçber bû, gelekî ji ber qirkirinê koçber bûye. Em didin diyarkirin ku divê bi lezgîn dev ji van polîtîkayên şer bên berdan.
‘AKP WÊ WINDA BIKE’
Em ê aştî, edalet û wekheviyê bînin vî welatî. Ji ber ku AKP diçe. 24’ê Hezîranê dîroka wan a dawî ye. Em ê bi teqez ser bikevin. Zalim wê winda bikin. Erdogan wê binda bike.
‘EM Ê DESTÛR NEDIN DENGEK YÊ ME BIDIZIN’
Hûnê biryara xwe bidin. Ev biryar wê ji bo pêşerojeke bi ronahî be. Divê em îrade, ev biryar û ev coş di 24’ê Hezîranê di sindoqan de xwe bide diyarkirin. Wê astengiyan derxînin, wê helw bidin denge me bidizin. Em ê tu caran destûr nedin. Em ê nehêlin ku tu kes dengeke yê me bidize. Jin, ciwan xwedî li sindoqan derbikevin. Li sindoqên ku jin xwedî li derkeve ti kes nikare deng bi dize. Jİ ber ku li wir jin heye, destê jin ê tu caran destûr nade.
‘BI DENGÊ KURDAN BILA GUR NEÇÎN MECLÎSÊ…’
Çima dixwazin dengê me bidizin? Ji ber ku dixwazin me li binê bendê de bihêlin. Lê bila tu kes ji bîr neke; Dema HDP li binê bendê de bimîne wê wekîlên ku me standiye derbasî AKP’ê bibin. Wê ji bedavayê 70-80 wekîl bidest bixin. Wê zêdehiyê carek din bidest bixin. Wê politîkayên zilmê carek din bikeve dewrê. Bi dengê Kurdan wê gurî derbasî Meclîsê bibin.
‘JI GOVEND Û TILÎLIYAN RE AMADE BIN!’
Gelek demê me nîne, me li her derê seferberi îlankiriye. Em bi rûhê seferberiyê dixebitin. Em hemû kesê qane dikin. Em gefan li tu kesê naxwin. Li gel me têgiheke wiha nîne. Lê ew bi gefan deng ji mirovan dixwazin. Girêdanbûna gelê me ya bi me re bi bawerî û bi dile. Girêdanbûna HDP’ê girêdanbûna Demîrtaş e.
Wê 24’ê Hezîranê cûdatir be. Wê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê cûdatir be. Ji bo govend û tilîliyan xwe amade bikin.”