Bûldan: Divê hikûmet berpirsyariya xwe qebûl bike û îstifa bike

Parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku berpirsyarê komkujiya Enqereyê, hikûmeta ku DAIŞ'ê xwedî dike ye û destnîşan kir ku divê hikûmet yekser berpirsyariya xwe qebûl bike û tavilê îstifa bike.

Parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku berpirsyarê komkujiya Enqereyê, hikûmeta ku DAIŞ'ê xwedî dike ye û destnîşan kir ku divê hikûmet yekser berpirsyariya xwe qebûl bike û tavilê îstifa bike. Bûldan komkujiya Enqereyê û bûyerên piştî komkujiyê qewimîn, ji ANF'ê re nirxand.

Bûldan di çalakiya li Meydana Kadikoy Îskele ya ji bo bîranîna şehîdên aştiyê de, ji me re axivî. Bûldan anî ziman ku ew li komkujiya herî bê rehm, herî hov a dîrokê rast hatine û bibîr xist ku mirovên xwestine dengê aştiyê bilind bikin, bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Bûldan destnîşan kir, ku ji berê ve ew kujeran nas dikin û got, "Kujer dewlet e". Bûldan ragihand ku bi êrîşên bombeyî kes nikare daxwaza mirovan a aştî, wekhevî û azadiyê tine bikin û da zanîn u bîranînên li çar aliyên welêt hatin kirin, biryardariya di vî warî de nîşan dan.

'BI BOMBEYÊ BERSIV DAN BIRYARA BÊÇALAKIYÊ'

Pervîn Bûldan da xuyakirin, ku pêkhatina êrîşê di roja îlana agirbesta KCK'ê de manîdar e û destnîşan kir ku careke din derket holê ku li vî welatî kî aştiyê dixwaze, kî şer dixwaze. Bûldan got, "Çend roj beriya êrîşê, dihat zanîn ku KCK wê biryara agirbestê bide. Ev bombe hem li hemberî biryara bêçalakîtiyê hem jî li hemberî biratiya bi salan a li vî welatî, hatiye teqandin". Bûldan got, "Xuyaye wê hikûmet di şer de israr bike."

'EM BI HIKÛMETEKE KU YEKSER DESTEKÊ DIDE DAIŞ'Ê RE RÛ BI RÛ NE'

Bûldan hewldanên hikûmetê, ku hewl dide berpirsyariya komkujiyê bixe stûyê PKK'ê, weke hewldanên pûç nirxand û bibîr xist ku li Rojhilata Navîn yekane hêza li dijî çeteyên barbar DAIŞ'ê şer dike, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Bûldan da xuyakirin ku di demên bihurî de jî dewletê hewl dida berpirsyariya komkujî û cînayetên wê bi xwe kiriye bixe stûyê hin kesan, lê lîstikên dewletê timî xera bûne, wê dîsa têk biçin û got, "Em bi hikûmeteke ku yekser destekê dide DAIŞ'ê re rû bi rû ne. Ji destpêkê ve me got ku divê desteka xwe bibirin û DAIŞ ne tenê li Sûriye û Rojava wê li tevahiya Rojhilata Navîn bibe belayê serê her kesî. Tevî van hişyariyên me jî hikûmetê timî sê meymûn lîst û destek da DAIŞ'ê. DAIŞ xwedî kir û pê re tevgeriya."

'QEDEXEYA WEŞANÊ HEWLDANA JI BO NIXUMANDINA GEMARA XWE YE'

Parlamenter Bûldan bibîr xist ku lîsteya bombevanên zindî di destê hikûmetê de ye û gotina "Eger çalakiyê neke, em nikarin bigirin" a Davûtoglû, weke nirxandinek dûrî ji aqil pênase kir. Bûldan got, "Behsa kîjan çalakiyê dike? Bombeya zindî ji xwe parçe parçe dibe û bi xwe re bi dehan mirovan qetil dike." Bûldan qedexeya weşanê ya li ser êrîşa bombeyî rexne kir û anî ziman ku ev qedexeya weşanê ji bo nixumandina gemara hikûmetê ye. Bûldan banga "vê qedexeyê nas nekin" li saziyên çapemeniyê kir.

'EM DI ŞÎNÊ DE NE, LÊ EM BI HÊRS IN'

Bûldan da xuyakirin ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji evîna xwe ya aştî û wekheviyê bernedin û da zanîn ku bêdengiya îro, nîşaneya hêrsê ye. Bûldan got, "Em di şînê de ne, lê em bi hêrs in". Bûldan destnîşan kir ku divê hikûmeta AKP'ê berpirsyariya xwe ya di komkujiyê de qebûl bike û bi lezgînî îstifa bike. Bûldan bibîr xist ku bi girtina ji wezîfeyê ya midûrên emniyetê yên Enqereyê re ser vî karî nayê girtin û got, "Heta ku hikûmeta AKP'ê vî welatî bi rê ve bibe, wê mirov jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê yekê divê AKP tavilê biçe."