Bûldan: Di hilbijartinan de ji  şeqama Kurdî re amade bin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî banga hilbijartinê ya pêşwext axivî û got; “Qaqibo, em ji ji hilbijartinê re hazir in! Yên ku bi gotina ‘em ê şimaqa Osmaniyan lêxin’ û diçûn Efrînê ji şeqama Kurdî re hazir bin.’’

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî.

  SERDANA JI BO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Bûldan di axaftina xwe de behsa serdanên heyeta HDP’ê ya li Herêma Federa ya Kurdisanê kir û got: “Em di serdanê de bi partî û saziyên civakî re hatin gel hev. Hevdîtinên me pêk anî gelek girîng bûn. Dixwazin gelê Kurd bi tevahî tasfiye bikin. Dixwazin wan derveyî siyasetê bihêlin. Di serdemek wiha de ev serdan gelek gelek girîng e. Di her serdana me de me û saziyên me yên Başûr ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd nêrînên xwe girîng û dîrokî anîn ziman. Me hemûyan destnîşan kir ku di vê serdemê de yekîtî û hevgirtina gelê Kurd çiqas pêdiviyek bingehîn e û pêwîst e Kur dli dijî her cûre komkujiyê  gotina xwe bibêjin. Ez hêvîdar im û daxwaz dikim ji îro pê ve deswerdanek herî biçûk jî ku li dijî gelê Kurd pêk were, dê bibe sedema yekîtî û hevgirtina gelê Kurd. Pêwîst e gelê Kurd li dijî zilmê helwesta xwe deyne holê.”

 ‘DIVÊ KURD DI NAV HÊZEK YEKÎTÎ DE TEVGER BIKIN’

 Bûldan destnîşan kir ku gelê Kurd di Rojhilata Navîn de xwedî hêzek stratejîk û dîrokî ne û wiha domand: “Divê di serdema qonaxa herî girîng de bibin yek û hêza xwe bikin yek. Çunkî pêvajoya bi Kerkûkê dest pê kir û îro bi Efrînê didome, hêj metirsî didomin û divê em hemû vê yekê baş bixwînin û girîngiyê bidin vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê jî divê gelê Kurd yekîtiya ava bike û wek berpirsyariyekî dîrokî li pêş me disekine. Li gel îro em dibêjin ku polîtîkaya dagirkirin û şer a li Efrîn û Sûriyeyê ne çareseriye jî, lê bi şer û dagirkirinê li çareseriyê digerin.” 

‘BOMBE Û FUZE LI DIJÎ VÎNA GELÊ SÛRIYEYÊ YE’

 Bûldan behsa geşedanên dawî yên li Sûriyeyê kir û wiha axivî: “Yên li dijî şer derdikevin bi dijminahiya welat tên sûcdarkirin. Lê her çawa dibe jî balkêş e ku li dijî şer derdikevin. Lê halbûkî destwerdana li dijî Sûriyeyê di serî de ji bo Rojhilata Navîn tevahî û Tirkiyeyê dê bibe nîşaneya bê îstîkrariyê. Elbet em li dijî hemû destwerdanên li ser Sûriyeyê ne. Her tim me got pirsgirêka Sûriyeyê ne bi şer dê bi çareseriyê bê çareserkirin. Îro jî em heman tiştî dubare dikin. Di destwerdana DYA û hevkarên wê de yên ku zerar dîtin gelên li Sûriyeyê ne. Her bombe û fuzeyek diavêjin Sûriyeyê, em li dijî vîna gelê Sûriyeyê dibînin. Ji ber vê yekê divê demil dest ji vê gerînekê bê derketin û li derdora maseyekê lêgerîna çareseriyê bê axaftin.” 

'EM HEWALEYÎ WÎJDANÊ GELÊ KURD DIKIN’ 

Bûldan bertek nîşanî gotinên “Ew li dijî terorîstan, xwedê nenas û bêbaweran şer dikin” Serokomar Erdogan ku ji bo OSO’yê gotibû da û wiha got: “Em gotinên Erdogan yên ji bo Efrîniyan dibêje xwedê nenas şermezar dikin. Heke ku serokomerê welatekî baweriya wî bixwedê hebe, divê ne aligirê şer be. Serokomerek li ser xwîna însana siyasetê bike û fermana şer bide, em ê baweriya wî ya li hember Xwedê bidarizînin. Û em wan hewaleyî wîjdanê gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd dikin.”

 ‘QANÛNA TIFAQÊ, QANÛNA DIZÎKIRINA HESPÊ YE’

 Bûldan bal kişand ser tifaqa hilbijartinê û got: “Di serdemek ku hevserokên me giştî, wekîlên me, hevşaredarên me û bi hezaran endam û rêveberên me girtî ne referandûm pêk hat. Li gel vê yekê jî dengê na li pêş bû. Encax bi darbeya YSK’ê encam hat guhertin û milyon û nîv deng  nederbasdar jimartin. Yên ku van pêkanîn darbeya 4’ê mijdarê pêk anîn. Çawa ku encama hilbijartina referandûmê ne rewa bû, hat nîşandan ku wê rojê AKP’ê winda dikir. Du tiştên bi AKP’ê dida windakirin hene. Yek jê koalîsyona AKP’ê û MHP’ê bû. Çunkî AKP’ê wê rojê qezenc bikira dê îro pêdivî bi tifaqa li gel MHP’ê nedîta. Her wiha şev nîvê şevê qanûna tifaqê derbas kirin. Ev jî nîşaneya didoyan e. Divê ev ev qanûn wek operasyona li dijî sindoqan bê zanîn. Dengên bê mohr anîn halê qanûnî. Serokê Giştî yê AKP’ê wê şevê gotibû ‘Yê hespê xwe hilda ji Uskudarê derbas bû.’ Lê me dêna xwe dayê ku hespê jî dizî kirine. Qanûna tifaqê qanûna dizîkirina hespê ye.” 

BÛLDAN BERSIVA BAHÇELÎ DA: QAQIBO

Buldan xwesteka hilbijartina pêşwext a Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî nirxand û got: “Min du hefte berê gotibû ev tifaq li benda 2019’an nasekine. Bahçelî vê gotinê bi serê xwe negot. Bahçelî bê Erdogan nikare daxuyaniyek wiha bide. Erdogan bi serê xwe vê daxuyaniyê nade, bi destebirakê xwe Bahçelî dide vegotin. Baş e li welatek ku Rewşa Awarte didome dê ev welat çawa biçe hilbijartinê. Ev welat di bin dij qanûnan de nikare biçe hilbijartê. Lê encax heke we biryarek girtibe, em HDP dibêjin, qaqibo. Em ji hilbajirtinê re jî hene Va hemû hevserokên me li vir in. Ez bang li wan dikim ku bila xwe ji bo hilbijartinek pêşwext amade bin. Dê gelê me we di wan sindoqan de veşêrê.”