Bûldan: Dema têkçûna zaliman nêz e

Hevseroka Giştî ya HDP'ê di çalakiya meha Mûharremê de ya li Stenbolê, diyar kir ku dema têkçûna serdema zaliman nêz e.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê tevlî belavkirina Pariyê Mûharrem ê li Dergaha Garîp Dede bû.

Bûldan li vir axivî û got, "Êş û zilma ku li mirovên me yên Elewî hatine kirin û tên kirin, em ji dil hîs dikin. Elewiyan li vê xakê zilmeke mezin dîtin. Mîna Kurdan, mîna Ermenan, mîna Suryanan."

Bûldan destnîşan kir ku her demê berxwedêr li ber zaliman rabûne û got, "Divê bê zanîn ku her demê berxwedêr li dijî zaliman bi ser ketine. Dema têkçûna zaliman nêz e."

Bûldan diyar kir ku ew hêvî dike meha Mûharremê bibe wesîleya aştî, azadî û biratiyê.