Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de tevlî aktivîteya jinan a li Îzmîrê hate lidarxistin bû. Bi sedan jin tevlî vekirina buroya hilbijatinê ya li Taxa Çîmentepe ya girêdayî navçeya Konarê bûn. Jinan beriya hilbijartinê govend gernadin û tilîlî dan.
Bûldan di aktivîteyê de silav da jinan û diyar kir ku 24’ê Hezîranê wê jin bidin guhertin û got: “We jinan biryar xwe daye, em ê bêjin AKP’ê bi çe, em ê bêjin Erdogan biçe. HDP partiya jinan e. Partiyeke ku herî zêde xwedî wekîlên jin, herî zêde hevşaredar, dîsa herî zêde xwedî mekanîzmaya biryarê ya jinê ye. 24’ê Hezîranê jin wê biçin ser sindoqan. HDP ji jinan ditirse. Hem ji jinan hem jî ji jinên di nava HDP’ê de siyasetê dike ditirese. Ji bo vê hevşaredar û parlemeterên me yên jin girtin girtîgehê.”
Bûldan wiha dom kir: “Hikûmeta AKP’ê rêz nade deng, vîn û tine dihesibîne. Em jî wê 24’ê Hezîranê AKP’ê nas nakin. Erdogan nas nakin. Wê dersa herî mezin ji me jinan bigire. Her çendî ew me tine bihesibînin, keda me bixe, em ê li ber xwe bidin.”
Bûldan bibîr xist ku pêvajoya herî zêde jin hatin qetilkirin û destdirêjî zarokên keç ên biçûk hatin kirin pêvajoya AKP’ê ye. Ti hêz nikare pêşiya jinan bigire, îro hûn dibînin jin li qadan in, li kolanan in, ji li qadan in. Em şev û roj qadan naterikînin. Ji bo vê 24’ê Hezîranê ji bo jinan xwedî dîrok û qederekî diyarkere. Weke jin hê zêdetir bi hêz û bawer in. Em ê vê hêz û baweriya xwe bibin ser sindoqan. Em ê jin xwedî li sindoqan derkevin. Ji ber ku wê li wir keda jinê hebe, li sindoqên ku jin xwedî lêderkeve ti kes nikare dengan bidize. 24’ê Hezîranê wê ji bo jinan bibe dîroka tacîdarkirina têkoşîna azadiyê. Ji bo vê divê her kes bibe seferber. Bawerî, vîn û hêza me heye ku em vî welatî biguherin û veguherînin.
Piştî axaftina Bûlan û şûnde bername bi dawî bû. Bûldan li gel jinan ji bo tevlî xwarina fitarê bibe berê xwe da Alsancakê.