Bûhayên petrolê karkeran ji kar dide derxistin

Bûhayên petrolê karkeran ji kar dide derxistin

Bûhayên petrolê  ku ketiye asta herî kêm a 5 salên dawî, şîrketên hilberîner jî dike nav fikaran. Şîrketa petrolê British Petroleum (BP),  diyar kir ku ji niha ve dawî li karê gelek karkerên xwe didin.

Bûhayên petrolê ji meha Tîrmehê heta niha her tim ket û heta asta 70 dolarî paşde çû. Petrola ku ji bo gelek welatên îxracatê çavkaniya dahatê ya sereke ye, di mehên dawî de ji sedî 40 ketiye.

Ji bo pêşî li ketinê bê girtin welatên endamên OPEC’ê di meha Mijdarê de civînek pêk anîbûn û di civînê de jî encamek nehatibû bidestxistin. OPEC ji bo ku bûhayên petrolê bixîne der barê teşwîqkirina hilberînê de di kêmkirinan de li hev kiribûn.

Ketina bûhayên petrolê şîrketên hilberîner jî xistibûn fikarê. Şîrketa petrolê ya Îngîlîz BP, diyar kir ku wê dema pêş de dawî li karê gelek karkeran bîne.

Dîrektorê Karên Malî yê BP’ê  Brîan Gîlvary ji rojnameya Sunday Tîmes re axivî  got ku şîrket wê gelek karkeran ji kar derxe.