Bûhayên petrolê di asta herî jêr ya sê salên dawî de ye
Bûhayên petrolê di asta herî jêr ya sê salên dawî de ye
Bûhayên petrolê di asta herî jêr ya sê salên dawî de ye
Ligel pevçûnên li Iraq û Sûriyeyê tên jiyîn jî di qada navneteweyî de di buhayê petrolê de ketin didome. Serî varîla petrolê ya li Amerîkayê tê derxistin de ji 100 dolarî ketiye 75.84 û bi vê re bûhayê petrolê di nava sê salan de ket asta herî jêr.
Rêveberiya Suudî Erebîstanê diyar kir ku petrola ku meha pêş de bişîne Amerîkayê dê bûhayê wê daxîne û vê yekê li cîhanê rê li ber ketina bûhayê petrolê vekir. Tê gotin ku ji ber bilindbûna hilberîna nav DYA’yê Suudî Erebîstan neçar maye bûhayan kêm bike û vê jî bandoreke bi xelek pêk aniye.
Tê texmînkirin ku Suudî Erebîstan dê di dema pêş de bûhayên wê dîsa bilind bike.
Rêxistian Welatên ku Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) ku ji 12 welatî pêk tê û di nav de Suudî Erebîstan jî heye ji bo ku bûhayên petrola ku ketiye ji nûve bilind bike ji bo biryara kêmkirina hilberîna petrolê bigire vê mehê dê bên cem hev. Welatên endamên OPEC’ê ku xwedî rezervên pertolê ya ji sedî 80’ê ne, ji sedî 43’ê bazara cîhanê kontrol dikin.