Bûdak ê ku di komkujiyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Mûstafa Bûdak di komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Welatiyê bi navê Mûstafa Bûdak di komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Mûstafa Bûdak ê 61 salî di komkujiya 10'ê Cotmehê de ya Enqereyê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Bûdak di nava cihan de ev demek bû li ber xwe dida. Ji ber aciziyên demên dawî ew rakiribûn Nexweşxaneya Sada ya Taybet a Menemenê û duh êvarê jiyana xwe ji dest da.
Bûdak ji stûyê xwe berjêrtir felc bûbû. Wê cenazeyê wî îro bê definkirin.