Budak beyî ku birayara Dadgeha Şêwirmendiyê hebe ji peywirê hat girtin!

Budak beyî ku birayara Dadgeha Şêwirmendiyê hebe ji peywirê hat girtin!

Şaredarê Cizîrê Aydin Budak ku ji ber axaftineke ku kir, ji peywirê hat girtin, derket holê ku beyî biryara Daîreya 8’emîn Dadgeha Şêwirmendiyê hebe, bi biryara Qeymeqam ji peywirê hatiye girtin. ligel ku Wezareta Karê Hundir ji Dadgeha Şêwirmendiyê xwest Budak ji peywirê bigire, biryara redê hat dayîn. Budakê ku nedan ser peywira wî wiha got: “Ji bo tevgera kurd û nûnerên wan bê tasfiyekirin, hiqûqa dijminahiyê tê pêkanîn.  Ev bê edeletiya li şexsê min hatiye kirin di heman demê de li îradeya gelê Cizîrê jî hatiye kirin. Mafê wan hatiye xesp kirin. Wezareta Karê Hundirf divê demildest dawî li vê bûyera xespê bîne.

Şaredarê Cizîrê  Aydin Budak ku di çarçoveya Doza sereke a KCK’ê de li Cizîrê di 24’ê Kanûnan 2009’an de hat girtin, derket holê ku beyî biryara Dadgeha Şêwirmendiyê hebe ji peywirê hatiye giritn. Sedema biryara skandal jî, axaftina Budak ya di Newroza 2007’an a Cizîrê ye. Der barê Budak de ji ber axaftina xwe ya Newrozê li 5’ emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê doz hat vekirin.  Di 25’ê Adara 2008’an de  li xala 62/1 a TCK’ê ya hejmar 5237’ê (propagandaya rêxistinê) 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û li gorî xala 53/1 a TCK ya hejmar 5237 jî biryar da ku ji peywirê bê girtin.  wezareta Karê Hundir jî piştî biryra ku dadgehê daye, nivîseke bi dîroka 24.04.2012’an û hejmar 53098 ji Daîreya 8’emîn Dadgeha Şêwirmendiyê re şand û xwest ji bo Budak ji serok şaredariyê bike tiştên pêwist bike.

Li ser serlêdana Wezareta Karê Hundir û biryara teqez ya ku divê sifata serokatiyê bi dawî bibe, de Qeymeqamê Cizîrê Mehmet Alî Saglam, beyî ku li bende biryara Dadgeha Şêwirmendiyê bimîne, di sibata 2012’an de  nivîseke fermîya ku ji bo Budak ji pewyirê bê girtin, ji şaredariya Cizîrê re şand.  Skandal bi vê jî dawî nabin.  Piştî vê biryara Qeymeqamtiyê, wezîreta karê hundir der barê Budak û 5 endamên mecilê de ji bo tedbîrek derbasbûyî, biryara ji peywirê dur xistinê girt.

BI 3’EMÎN PAKÊTA DARAZÊ CEZA HAT TALOKIRIN

Bi 3’emîn pakêta Darazê ku di 5’ê tîrmeha 2012’an de di rojnameyên fermî de hat weşandin û bi vê yekê re jî cezayê Budak hat talokirin. Di biryara mijara gotinê de ye ji ber mahrumiyeta maf nîne, ji aliyê dadgehê ve der barê girtina ji peywirê a Budak de biryarek nehat dayîn.  5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, piştî li gorî vê qanûnên serlêdan hat kirin, desetpêkê li gorî hejmara biryara 2007/233 esas û 2008/87’ê der barê ‘taloqkirina înfaza hukmê mahkumiyetê’ rojane biryar tesîs kiriye û ev biryar di 13’ê kanûna 2012’an de teqez bûye.

JI BO XISTAN ŞAREDARTIYÊ RED!

Wezareta Karê Hundir di 24’ê Nîsana 2012’an de  bi daxwaza ku Budak ji peywirê bê xistin serî li 8’emîn Daîreya Dadgeha Şêwirmendiye da.  Dadgeha Şêwirmendiyê got; kesê ku îfaza wî hatiye taloqkirin, ji ber ku ji maf bêpar namîne, me mijara gotinê ye ku mafê têrbûna hilbijartina xwe wenda dike.” Bi vî awayî Dadgeha Şêwirmendiyê biryara redê da daxwaza Wezreta Karê Hundir ya bo xistina Budak.

HIQÛQA DIJMINAHIYÊ TÊ PÊKANÎN

Budak ku li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne bi hevkariya malbata xwe daxuyaniyekda û got: “AKP ya ku qirkirina siyasî kir, di opersyonên KCK’ê de jî xwe xistiye şûna darazê û  amîrê ku ew tayîn dikin jî ji siyaseta bêperva cesaretê digirin û ew bixwe dibin daraz. Qeymeqam bi kîjan rayeyê min ji peywirê digire.  Ji bo tasfiyekirina tevgera kurd û nûnerê wê hiqûqa dijminahiyê tê meşandin.  Ligel ku Dadgeha Şêwirmendiyê biryara xistina  şaredariya min red dike jî, wezareta karê hundir beyî hiqûqa  bê bê hiqûqiyê didomîne.  Hemû serlêdanên me bê encam man.  Ez dixwazim demildest dawî li vê xespê bê dayîn.”