Bozgeyîk: Daneyên TUÎK'ê rast nînin

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku daneyên TUÎK'ê yên li ser bêkariyê rast nînin.

Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk li ser daneyên TUÎK'ê yên têkildarî bêkariya meha Adarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku daneyên hatine eşkerekirin rast nînin.

Bozgeyîk got, "Dema ku mirov bala xwe bidin ser daxuyaniyên TUÎK'ê yên têkildarî bêkariyê û enflasyonê tê dîtin ku manîpulasyonê dikin. Hejmara bêkaran a herî dawî hate eşkerekirin di rêjeya 13.2 ji sedî de ye. Em zanin ku beriya pêvajoya şewbê dest pê bike nêzî 6 milyon mirov di asteke berfireh de bêkar bûn. Di dema şewbê de dema ku mirov bala xwe dide kesên bêkar mane, karê xwe winda kirine yan jî bêkar hatine hiştin hingî 6-7 milyon mirovên nû bêkar bûne."

HEJMARA BÊKARAN JI 13 MILYONÎ KESÎ ZÊDETIR E

Bozgeyîk anî ziman ku bi zêdekirina hejmara dawî ya bêkaran re hejmara niha ya bêkaran ji 13 milyon kesî zêdetir e û got, "Em qala rêjeya 35 ji sedî dikin ku bêkar in. Dema ku mirov ji aliyê pîvan û hesabkirinê yên Rêxistina Kar a Navneteweyî (ÎLO) binirxînin, hingî lêkolîna DÎSK'ê ya li ser bêkariyê objektîf û li gorî pîvanên ÎLO ye."

Hevserokê KESK'ê Bozgeyîk di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku karker û kedkar li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê divê piştevaniya hev bikin û bi xurtî têbikoşin.