Bozgeyîk: Bêyî ku polîtîkayên şer biqedin krîza aborî naqede

Serokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got ji ji bo krîza aborî û civakî biqede divê li Tirkiyê atmosfera demokrasiyê çêbibe.

Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Cameweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk ji ANF'ê re axivî. Bozgeyîk got li Tirkiyê bûdçe ji bo karker û kedkaran nayê veqetandin û bal kişande ser polîtîkayên şer ên desthilata Tirk. Bozgeyîk her wiha diyar kir yek ji sedema herî girîng a krîza aborî şer û polîtîkayên emperyal e û diyar kir ew ê ji bo atmosfera bi aştî û demokrasiyê ava bibe têbikoşin.

Bozgeyîk diyar kir li Tirkiyê krîza pirhêlî heye û diyar kir divê dîsa atmosfera demokrasiyê were avakirin.

Bozgeyîk got, ''Sedema sedema ya pêvajoya kaosê ku weke krîza tendiristiyê, krîza aborî, civakî krîzên pirhêlî, ji ber polîtîkayên milîtarîst ya emeperyal, neolîberal û alîgirê şer e. Li Tirkiyê endeksa ewlehiyê qels bûye, ji hêla veberhênana navnetewî ve ne ewle ye û ji ber vê polîtîkayên li hev neikir ên dîplomasiyê kaosek heye. Ji bo ev krîza aborî û civakî bi dawî bibe li Tirkiyê ji bo ku atmosfera demokrasiyê ji nû ve were avakirin û peymana navnetewî pêk were divê têkoşîn were geşkirin.

Bozgeyîk ji bilî krîza aborî ya li Kurdistanê bal kişande ser polîtîkayên zextê û faşîstî yên desthilatê jî û got heta ku krîza siyasî hebe wê aborî jî baş nebe. 

Bozgeyîk got, ''Polîtîkayên zextê û şer li ser jiyana rojane jî bandora xwe dikin. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bi pêvajoya Rewşa Awarete re ku 20'ê Tîrmeha 2016'an hate ragihandin, nexasim li bajarên Kurd li ser kedkaran polîtîkaya zextê geş bû. Piştî ku qeyûm anîn ser şaredariyan bi hezaran karker, hiqûqnas û kedkarê cameweriyê ji kar hatin derxistin. Van salên dawî bi BHQ'yan li ser kedkarên cameweriyê polîtîkayên sirgûnkirinê û ji kar derxistinê didomin. Li ser siyaseta demokratîk, rêveberiya herêmî, li ser saziyên jin, zarok û ciwanan yên herêmê polîtîkayên zextê û faşîstî hene. Sedema van a sereke polîtîkayên emperyal ên AKP'ê ne li Rojhilata Navîn, Asya, Kafkasan ya Osmanitîyê,  ya li gorî senteza Îslamiya Tirk hatiye hilberandin e. Sedema ku herêm û cografyaya ku em lê dijîn hatiye vê rewşê polîtîkayên şer in. Nexasim li Sûriyê di polîtîkayên şer ên 12 salan de ev derkete holê. Tê dîtin ku li Tirkiyê qeymeqam, sazî, benqeya navendî polîtîkayên cuda datînin.  Heke ev polîtîkayên Osmanîtî, Tirk-Îslamî, millliyetgir, şer ji holê ranebin, li Tirkiyê ne pêkan e ku krîza siyasî û aborî çareser bibe. Her kes bi rengekî sirûştî wê ji vê koasê karîger bibe.''