Bombekirina artêşa Tirk a li ser Efrîn û Şehbayê hat şermezarkirin

Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê da zanîn ku dewleta Tirk duh bi şev Kantona Efrînê û herêma Şehbayê bombe kir.

Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê da zanîn dema ku li Sûriyê agirbest hatiye ragihandin û dewleta Tirk a ku yek ji  wan aliyan e ku banga agirbesta li Sûriyê dike , şevê dî herêmên Şehbayê û Efrîn bombe kiriye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê gelek herêm li bejahiya Kantona Efrînê û herêma Şehbayê bi hinceta 'tekoşîna dijî DAIŞ'ê ' tevî ku  ev herêmên navên wan borî  ji çeteyan hatine paqijkirin jî bombe dike. Ev tê wateya ku QSD`ê hedef digrin.
Di wê demê de ku artêşa dagirker Efrîn û herêmên Şehbayê bombebaran dike , artêşa dagirker ji aliyê  gundê Dîkmedaş ê Efrînê  ve sînor derbas kir û 160 metre xak dagir kir, bi mebesta   ku dîwêr ava bike.

Bombekirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê wateya binpêkirina hevpeyman û biryarên derbarê agirbestê. Em weke Hevserokatî  vê êrîşê  bi tundî şermezar dikin.