Konferansa 'Tirkiye: Li welatekî bendbenîbûyî parastina azadî û mafên rojnamevanan' ya ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê, Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê û Civata Rojnameên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin, dewam dike.
Di rûniştina "Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê" de rojnamevan Frederîke Geerdîn a hat dersînorkirin bi rêya telekonferansê axivî.
Geerdînk qala pêvajoya dersînorkirina xwe kir û got, "Azadiya çapemeniyê nîne. Eger hûn bi tenê derewan binivîsînin, hingî hûn azad in." Geerdînk diyar kir ku di nava şert û mercên bendbendîbûnê de me meşandina karê rojnamevaniyê zehmet e û wiha axivî: "Min li Tirkiyeyê rojnamevanî kir. Ji bo rojnamevaniyê biçim çûm Geverê. Min rastî dît. Min dît ku jinên Kurd hem li ser leşkeran hem jî li ser gerîla digirîn." Geerdînk da zanîn ku rojnamevan rastiya Kurdan nabînin û got, "Ev ne tenê şaşîtiya Erdogan e. Beriya Erdogan, rojnamevanan rastiya Kurdan nedîtin." Geerdînk di dewama axaftina xwe de got, "Ez li Ewropayê ewle me, lê hempîşeyên min ên Kurd ne di vê rewşê de ne."
ATLAN: JIYANA ME NE EWLE YE
Ji bo Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku piştî destpêkirina konsepta şer a AKP'ê zextên li ser zêde bûn, bi taybetî mafê axaftinê hat dayîn. Li ser navê DÎHA'yê Zûhal Atlan peyivî û hem pêvajoya damezrandina ajansê hem jî zextên li wan tên kirin vegot. Atlan got, "Berê jî zext li me dihatin kirin. Lê belê ji 20'ê Tîrmehê û vir ve li hemberî nûçegihanên me 9 êrîş hatine kirin, 3 hevalên me hatin binçavkirin. Nûçegihanê me yê Bûrsayê Omer Gul 50 rojan li girtîgehê hat ragirtin. 19 caran malpera ajansa me ji aliyê TÎB'ê ve hat girtin. Ewlekariya jiyanê ya hevalên me yên li herêmê dixebitin nîne."
Atlan got, "Her roja me bi girtina malpereke me destpê dike" û banga piştgiriyê kir.
'DIVÊ ROJNAMEVAN HERÊMÊ WEKE HERÊMA SOR ÎLAN BIKIN'
Hevserokê Civata Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî bi gotina, "Dema mirov ji Kurdistanê lê dinêrin, dibînin ku li dijî faşîzmê û dîktayê em li cihekî hîn xurttir in" dest bi axaftina xwe kir. Boltan anî ziman ku rojnamevaniya Cemaatê ya li cem faşîzma AKP'ê bû îro ew jÎ li hemberî AKP'ê ye û got, "Herêma em lê dijîn, herêmeke şer e. Divê ev herêm ji aliyê rojnamevanan ve weke herêma sor were destnîankirin û rojnamevan li vir bixebitin." Boltan ji bo şert û mercên rojnamevaniya li herêmê got, "Eger em nehatibin kuştin, em tên girtin." Boltan hemû rojnamevan vexwend herêmê û got, "Werin rastiyan bibînin. Pêwîstiya me bi piştgiriya we heye."
Di herikîna rûniştina konferansê de Serokê berê yê EFJ Arne Konîg, ji RSF û bianet.net Erol Onderoglû, Dîrektorê Parêzvanî û Ragihandina IPI Steven Ellis û ji KAOS GL Yildiz Tar nêrînên xwe anîn ziman.