Boksorê Kurd Ozen: Serkonsolosê Tirk gef li min xwar

Boksorê Kurd ê serketî Îsmaîl Ozen got, Serkonsolosê Tirk ê li Hambûrgê Mehmet Fatîh Ak gef li wî xwariye.

Ozen, piştî ku Mehmet Fatîh Ak roja 24'ê Cotmehê li rojnameya "Hambûrger Abendblatt"ê li ser wî nivîsek nivîsand, ev daxuyanî da.

Boksorê Kurd anî ziman, ku di nivîsa bi sernavê "îdîayên reşkirinê" hate weşandin de, serkonsolosê Tirk ew kiriye hedef û got, "Nivîsa ku di rojnameyê de hate weşandin, heman rojê li malpera Facebookê ya Serkonsolosxaneya Hambûrgê ya Dewleta Komara Tirkiyeyê jî hate weşandin."

Nivîsa Serkonsolosê Tirk, li ser biryara beraatê ya Dadgeha Hambûrgê 19'ê Cotmehê der barê Ozen dabû, hate nivîsandin.

Ozen got, "Xuya ye, beraata min a bi biryara dadgehê re bi zora Ak çûye û bi refleksa psîkolojiya sûcdarekî nivîs nivîsandiye û ez kirime hedef. Bivê nevê ev tişt dikeve hişê mirovan; Gelo pêwendiya Ak bi êrîşa li hemberî min hate kirin, heye yan na? Ev tirs û fikar ji ber çi ye?"

Ozen nerazîbûn nîşanî nivîsa Serkonsolos Ak da, ku gotibû, "Der barê welatê min de gotinên ne rast û reşkirinê dike" û wiha dewam kir:

"Welatê ku Ak jê re gotiye 'welatê min', welatê min bi xwe ye. Pirsgirêka min bi welêt, bi mirovan re nîne. Pirsgirêk bi pêkanînên antî demokratîk ên hikumeta Tirkiyeyê re ye.

Niha dipirsim; çi derew e? Xwediyê îdîayê berpirsyar e ku îdîaya xwe îspat bike. Min çi gotibû? Li Tirkiyeyê rojnamevan, siyasetmedar, hevşaredar, parêzvanên mafên mirovan girtî ne. Li Tirkiyeyê li dijî Kurdan sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Êşkence li mirovan tê kirin, mal û milkên wan tên desteserkirin û zext li mûxalîfan tê kirin. Gelo ev derew in? Di gelek raporên navneteweyî de ev ye ji xwe hatiye îspatkirin."

SERKONSOLOSÊ TIRK MÎNA ERDOGANÊ BIÇÛK TEVDIGERE

Boksorê Kurd bi gotina "Mixabin Ak li bajarê xweşbînî û aştiyê li Hambûrgê mîna Erdoganê biçûk tevdigere" nerazîbûn nîşan da.

Ozen anî ziman, ku Ak nivîsa navborî ne bi navê xwe, bi temsîlkariya Dewleta Komara Tirkiyeyê nivîsandiye û destnîşan kir, ku eger tiştek bi wî bê, Fatîh Ak û Komara Tirk wê berpirsyar bin.

Ozen got, "Ez ne bawerim ku ev yek di nava sînorê erka burokratekî de be. Her wiha ji mînaka Hrant Dînk em baş zanin, bê çi tê serê mirovên ku bi rengekî neyekser ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên tehdîtkirin. Lewma eger ji niha û pê ve tiştek bi serê min an jî tiştek bi xizmên min were, berpirsyar Mehmet Fatîh Ak û Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Nivîsa bi navê Ak li rojnameya Abendblattê hate weşandin, fikarên min zêde kiriye ku li pişt êrîşa 2016'an a li min hate kirin, MÎT hebe. Serkonsolos Mehmet Fatîh Ak, ji ber ku 9'ê Cotmeha 2014'an di dema êrîşa DAIŞ'ê de çûbûm ser sînorê Kobanê, li Hambûrgê di vexwendînameyekê de ku ew jî lê amade bû, bi awayekî neyekser gef li min xwaribû."

Boksorê Kurd ji dewleta Komara Federal a Elmanyayê, Hikumeta Eyaleta Hambûrgê û dadgeriyê xwest, ku li hemberî Serkonsolosê Tirk ê ew kiriye hedef pêvajoya hiqûqî û dîplomatîk bidin destpêkirin.