Boksorê Kurd Aloyan cara duyemîn bû Şampiyonê Cîhanê

Boksorê Kurd Aloyan cara duyemîn bû Şampiyonê Cîhanê

Boksorê Kurd Mişa Aloyan, di Şampiyoniya Boksê ya Cîhanê de di 52 kîloyan de bi ser ket. Aloyan di sala 2011'an de jî bûbû şampiyonê cîhanê.

Di Şampiyoniya Boksê ya Cîhanê de, ku roja 26'ê Cotmehê li paytexta Kazakîstan Almata'yê hat lidarxistin, sportvanê Kurd Mişa Aloyan ê li Rûsyayê dijî bû yekemîn û cara duyemîn xelata şampiyoniya cîhanê wergirt. 

Aloyan di fînalê de li hemberî hevrikê xwe yê Ozbek boksor Yasûrbek Latîpov têkoşiya û bi skora 29-28, 29-28, 28-29 bi ser ket.

Aloyan di sala 2011'an de li Bakuyê şampiyonê cîhanê têk biribû û di beşa xwe de bûbû şampiyonê nû yê cîhanê. Mişa Aloyan ê Kurdê Êzidî, di Olîmpiyadên Londonê de jî bûbû sêyemîn û xelata bronz wergirtibû.

Mişa Aloyan di 23'ê Tebaxa 1988'an de li gundê Bambakaşat ê navçeya Ermenîstan Armavire hat dunyayê. Di sala 1997'an de bi malbata xwe re koçî bajarokê Kemerovoy ê bajarê Rûsya Novokûznesk kir. Aloyan ê ku ji 10 saliya xwe û vir ve bi boksê re mijûl dibe, di tûrnûvaya boksê ya cîhanê ya sala 2008'an de serketinên girîng bi dest xistibû. Di sala 2009'an de bû sêyemîniyê cîhanê, di sala 2010 de bû şampiyonê Ewropayê û di sala 2011'an de jî şampiyoniya cîhanê qezenç kir.

Boksvanê ciwan ê di 52 kîlo de têdikoşe, hînê weke nûnerê bajarê Novosîbîrsk ê Rûsyayê beşdarî tûrnûvayan dibe.