Biryarnameya ‘pêvajoya çareseriyê' hate weşandin

Biryarnameya ‘pêvajoya çareseriyê' hate weşandin

Li gorî biryarnameya ku îro di rojnameya fermî de hatiye weşandin wê Lijneya Pêvajoya Çareser û Komîsyonên Koordînasyon û Şopandina Navsaziyan bê avakirin.

Biryara Lijneya Wezîran a der barê Lijneya Pêvajoya Çareserî û Komîsyonên Koordînasyon û Şopandina Navsaziyan ku hikûmet plan dike der barê pêvajoya çareseriyê de ava bike, di rojnameya fermî de hate weşandin.

 Di biryara ku balê dikişîne ser ‘Qanûna Der barê bi Hêzkirina Yekîtiya Civakî û bi Dawîkirian Terorê’ ya di 10’ê Tîrmehê de hate derxistin, têgotin ku bi qanûna mijara gotinê ye re raye û berpirsyariyeke giştî daye hikûmetê.

Li gorî biryarê wê Lijneya Pêvajoya Çareserî û Komîsyona Koordînasyon û Şopandina Navsaziyan bê avakirin.

Qadên xebata van saziyan wiha hate diyarkirin;

"- Xebatên derbarê qada siyasî, saziyên siyasî û aktoran de.

-Sererastkirinên hiqûqî û mafê mirovan

-Bernameyên Civakî

-Tedbîrên Aborî

-Bernameyên Çandî

-Xebatên piştgiriya civakî û civaka sivîl

-Ewlehî û bêçekbûnî

-Bi aktorên ku parçeyên pirsgirêkêne re hevdîtin, diyalog û her wekêdin

-Der barê vegera malê, tevlibûna jiyana civakî û lihevhatinê de xebat

-Xebatên rehabîlîtasyon û piştgiriya psîkolojîk

-Xebatên agahdarkirina rayagiştî û dîplomasiya cemawerî

LIJNEYA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ

Serokwezîr an jî Cîgirê Serokwezîr ji bo Lijneya Pêvajoya Çareseriyê wê serokatiyê bike. Lijne wê ji Cîgirên Serokwezîr, Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Parastina Neteweyî, Musteşarê Serokwezîr, Musteşarê MÎT’ê û Musteşarê Ewlehî û Cemawerî pêk tê.

KOMÎSYONÊN KOORDÎNASYON Û ŞOPANDINA NAVBERA SAZIYAN

Komîsyonên Koordînasyon û Şopandina Navbera Saziyan wê bi tevlîbûna nûnerekî di asta cigirtiya musteşar ji saziyên têkildar herî kêm di asta tevlibûna cîgirekî musteşar wê pêk bê.

Bi biryara Lijneya Wezîran re, tê gotin ku kesên di van komîsyon û lijneyan de cih digirin wê ewlehiya der barê ku berpirsyariya wan a îdarî hiqûqî û cezayî tune hatiye dayîn.