Di daxuyaniya fermandariya li Behdînanê de hat ragihandin, ku AKP'ê di çarçoveya hesabên xwe yên mayîna li ser desthilatdariyê komkujiya li Pirsûsê amade kiriye û hat gotin, "Şervanên me, bi dilsoziya şerê şoreşgerî re dijminê sondxwarî yên olîgarşî, emperyalîzm, siyonîzm û AKP'ê, ne. Rêya şevanên me yên hêza xwe ji dîrok û şehîdan werdigirin, rêya Tamer Ardayan, Orhan Yilmazkayayan, Bedrî Yaganan, Paramaz Kizilbaşan, Kader Ortayayan, Bedrettîn Akdenîzan, Ahmet Saner Koçgiriyan e."
'QADA ME YA LEŞKERÎ JI ALIYÊ BALAFIRÊN ŞER ÊN ARTÊŞA TIRK VE HATIYE BOMEKIRIN'
Fermandariyê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk kampa Biryargeha Şoreşger a li Behdînanê bombe kirine, lê ti şervanên wan birîndar nebûne.
Fermandariyê got, "Êrîşên vê carê yên hewayî yên olîgarşiyê ne tenê gerîlayên PKK'ê bû, di heman demê de êrîşî Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûye, kirin. Olîgarşiyê di daxuyaniyên xwe de aciziya xwe aniye ziman. Aciziya wan bi taybetî ji rêxistina me ye ku têkoşîna çekdarî bê navber diparêze, amûra 'zorê' stratejîk dibîne û di perspektîfa şerê şoreşgerî de israr dike, ye. Olîgarşiya ku ji êrîşên me yên beriya niha tirsiya, Leşkergeha Selîmiye, Sutluce û Bostanci ji bîr nekiriye. Tirsa wan ji ber vê ye. Li Kurdistanê PKK'yek heye ku nikarin pê. Li metropolên Tirkiyeyê jî hebûna rêxistineke Tirkiyeyî ya bûye xwedî xeta şer a PKK'ê, tirsa wan a herî mezin e.
Ne neheqin ku ditirsin. Em ê hesabê komkujî, dizîtî û girtinan bipirsin! Em ê hesap ji dijminên gel bipirsin! Em ê hesap ji AKP û Erdogan bipirsin!
DI OPERASYONA BEJAHÎ YA DERVEYÎ SÎNOR DE, EM Ê JÎ DI ŞER DE AMADE BIN!
Piştî berxwedana Gezî-Hezîran, serhildanên 6-8'ê Cotmehê û herî dawî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ti rewabûna desthilatdariya AKP-RTE nemaye. AKP-RTE ku ji desthilatdariya yek partiyê daket koalîsyonê, bi girankirina êrîşên xwe yên li hemberî gelê me yê welatparêz-şoreşger-demokrat re dixwaze di hilbijartineke pêşwext a gengaz de dengên neteweperest-faşîzan werbigire û bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Pirsûs û êrîşên hewayî yên piştî wê, operasyonên bêbandorkirina mûxalefeta civakî hînê dewam dikir. Di ser re operasyoneke bejahî xistine rojevê. Bi hevkariya Pêşmerge-TSK dibe ku li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke bejahî were kirin.
Weke hemû şervanên Biryargeha Şoreşger, di operasyoneke bejahî de em ê li çeperên şer cih bigirin. Em amade ne bi hevrêyên xwe yên çeperê yên PKK'ê re, li dijî dijmin şer bikin û di vê oxirê de şehîd bikevin. Çawa ku di şerê Zapê yê beriya niha de şervanên me bi pêşengiya hevrêyê me fermandar Orhan de şer kir, di şerekî gengaz de wê dîsa bi heman rengî cihê xwe di çeperan de bigirin.
Karker, kedkar û hevrêyên me;
Li Rojhilata Navîn û welatê me krîza siyasî û aborî her kûr dibe. Bi mezinbûna krîzê re maseya demokrasiyê ya sîstemê ji rû dikeve û rûyê faşîzan derdikeve holê. Ev rewş, tevî hebûna mercên şoreşê, nuqteyên tundkirina têkoşîna şoreşgerî ye.
Em bang li tevahiya ciwanên proleter, rewşenbîr, jin û karkeran dikin ku di mewziyên şerê şoreşgerî de cihê xwe bigirin û li nava refên Biryargeha Şoreşger şer bikin."