Biryarên 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn
Biryarên 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn bi danezana encamê re hatin aşkerakirin.
Biryarên 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn bi danezana encamê re hatin aşkerakirin.
Biryarên 1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn bi danezana encamê re hatin aşkerakirin.
1. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn a diyarî mirovên li Şengal û Kobanê jiyana xwe ji dest dan hat kirin û ev 3 roj in li Amedê tê lidarxistin, bi dawî bû.
Di konferansê de 400 delege û ji 16 welatên Rojhilata Navîn bi qasî 100 demokrat, şoreşger, rêxistinên ciwanan ên şoreşger û ciwanên ji gel û baweriyên cuda, amade bûn.
Konferans bi şiyara "Ciwan wê hêza xwe biafirîne, Rojhilata Navîn azad bike" pêk hat û ji Arjantîn, Fransa, Elmanya, Rûsya û Baskê beşdarî weke temaşevan hat kirin.
Di danezana encamê de hat destnîşankirinkirin, ku modela jiyana alternatîf li Rojhilata Navîn ancax bi rêxistinbûyîna hêzên demokratîk û di çarçoveya netweya demokratîk de pêk were û qewîn bibe.
Di danezanê de hat ragihandin ku dînamîka bingehîn a civakîbûnê jin û ciwanin û hat xwestin ku girtin, cezayê heta bi hetayê, cezayê darvekirinê werin rakirin, girtiyên siyasî serbest bên berdan, mafê rêxistinbûyîn û azadiya ramanê bên ewlekirin. Her wiha hat destnîşankirin ku divê têkoşîna ciwanan li her qada civakî were xurtkirin.
Biryarên di konferansê de hatin girtin bi vî rengî ne:
"Weke ciwanên demokratîk ên li Rojhilata Navîn em biryarê didin ku li hemberî sûcê li dijî mirovahiyê yên recm, sinneta jinê, tecawiz û kuştina jinê, li dijî zîhniyetê mêtînger, pavşerû, şîdeta psîkolojîk û fîzîkî, têkoşînê xurt bikin.
Ji ber ku xort û jinên ciwan di azadkirin û guhertina civakî de du hêzên bingehîn in, biryar hat dayîn ku rêxistinbûyîna jinên ciwan li ser navê civaka demokratîk were mezinkirin û li her qadê li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîn were dayîn.
Ji bo avakirina civaka demokratîk û pirreng a hurmetê nîşanî cihêrengiya etnîkî û çandî dide, em têkoşînû berxwedana gelê Kobanê ya li dijî rêxistinên faşîst silav dikin.
Em hemû jinên berxwedêr ên bi pêşengiya YPJ'ê ji bo azadiya civakê têdikoş in, silav dikin.
Kobanê di vî şerî de bi ser ketiye. Ev serketin ancax bi vegera gelê Kobanê mezinb ibe. Lewma ji bo ji nû ve avakirina Kobanê em banga piştevaniyê li hemû welatan dikin.
Berxwedana Gazze di berxwedana Fîlîstînê de veguheriye semboleke girîng. Ji bo mezinkirina berxwedana li Gazzeyê, ji bo ji nû ve avakirina Gazzeyê û rakirina dorpêçiyê, em têkoşînê bilind bikin.
Ji bo piştevaniya bi serketina Kobanê re em pêşniyar dikin ku bi heyetekê serdana Kobanê bikin.
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan em biryarê didin ku têkoşînê belav bikin û xurt bikin.
Ji bo azadkirina xaka Fîlîstînê û vegera penaberên Fîlîstînî, em têkoşîn û berxwedana gelê Fîlîstînê ya li hemberî siyonîzmê dide, silav dikin.
Ji bo tecrîdkirina dewleta siyonîst, tevgera boykotê ya navneteweyî were destekkirin. Em biryarê didin ku zexta girseyî zêde bikin ku têkiliyên bi dewleta siyonîst re were qutkirin.
Konferansa ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn azadbûna gelên Rojhilata Navîn, avabûna sîstemeke demokratîk û wekhev esas digire.
Biryar hat dayîn 2. Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn pêk were.
Bi temsîliyeta 1 heta 2 endamên welatên Rojhilata Navîn ên tevlî Konferansê bûn re koordînasyon tê avakirin. Kooordînasyon ji bo konferansa duyemîn, amadekariyan dike û komîsyonên jêrîn ava dike.
Rêxistinên ciwanan ên tevlî konferansê bûn û pîvanên hevpar qebûlkirin, ji xwe re dikin hedef ku li welatê xwe têkoşîna hevpar ava bikin û mezin bikin.
Em pêşniyar dikin ku Konferansa Jinên Ciwan a Rojhilata Navîn bicive.
Di pêvajoyên heta konferansan de li hemû welatan li ser rol û têkoşîna hevpar a ciwanan li Rojhilata Navîn, komxebat, forûm û panel werin lidarxistin.
Ji bo yekîtî û hevparbûyîna ciwanên li Rojhilata Navîn, her sal li welatên cuda kampên ciwanan werin lidarxistin.
Ji bo têkilî û têkoşîna Ciwanên Demokratîk ên Rojhilata Navîn werin xurtkirin, tevneke têkiliyê bê avakirin.
Li Kobanê gundekî ciwanan were avakirin.