Biryara veşariyê danîn ser lêpirsîna hevşaredaran
Biryara veşariyê danîn ser lêpirsîna hevşaredarên Sêrt, Misirc û Xana Hewêl ên ji erkê girtin û destgîrkirin.
Biryara veşariyê danîn ser lêpirsîna hevşaredarên Sêrt, Misirc û Xana Hewêl ên ji erkê girtin û destgîrkirin.
Hevşaredarên Sêrtê Bêrîvan Helen Işik û Peymandar Tûran, hevşaredarên Misirc Ramaza Serilmaz û Ozden Gulmez û hevşaredarên Xana Hewêl Baran Akgul û Esemr Baran ên ji erkê hatin girtin, li gel xebatkarê Şaredariya Sêrtê Eşref Tekîn û Gulçîn Konneş û Resûl Kaçar ê ji bo hevşaredariyê hate hilbijartin lê ji ber hinceta Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) mazbatay wî neda, li Midûryeta Emniyetê tên ragirtin.
Di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve tê birêvebirin de biryara veşariyê hate dayîn.