FLAŞ

Biryara sosret a Rewşa Awarte : Der barê hejmarên taybet ên Atilimê de ku hê derneketine, biryara berhevkirinê hate dayin

9. Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê, der barê hejmarên taybet ên Atilimê de ku yên duh û yên hê derneketine, biryara berhevkirinê da.

9. Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê biryarek sosret a Rewşa Awarte da. Der barê hejmarên taybet ên Atilimê de ku yên duh û yên hê derneketine, biryara berhevkirinê da.

9. Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê, biryar da ku hejmarên taybet ên Atilimê ku piştevanî bi rojnameya Ozgur Gundemê ya hatî girtî re dikir bên berhevkirin.

Rojnameya Ozgur Gundemê ya der heqê wê de biryara girtinê hatibû dayin û bêyî li ser spartekek hiqûqî be avahiya wê hatibû mohrkirin, weşana xwe li ser hejmara taybet a rojnemeya Atilimê dikir. Tevî serdegirtin û binçavkirinên polîsan ên 16’ê Tebaxê jî rojnameyê weşana xwe bi piştevaniyê domand, wek mînakek piştevaniya çapemeniya azad jî Ozgur Gundem wek hejmarên taybet ên rojnameya Atilimê xwe gîhand xwendevanên xwe.