Biryara ji nû ve destgîrkirina Kavala hate dayîn
Di derbarê karsaz Osman Kavala ê ku ji doza Geziyê hatibû berdan, ji nû ve biryara destgîrkirinê hate dayîn.
Di derbarê karsaz Osman Kavala ê ku ji doza Geziyê hatibû berdan, ji nû ve biryara destgîrkirinê hate dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta lêpirsîna hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê di derbarê karsaz Osman Kavala de biryara girtinê da.
Osman Kavala ê ji doza Berxwedana Geziyê 840 rojan girtî ma, di rûniştina Sêşema borî de biryara berdana wî hatibû dayîn.
Piştî berdana Kavala a ji ber hemû ‘sûcan’ û şûnde li bendê bû ku ji Girtîgeha Sîlîvriyê bihata berdan.