'Biryara hevdîtina parêzeran divê bi cih bê anîn'

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk çû serdana dayikên ku ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne heft roj in çalakiyê pêk tînin. Bozgeyîk ji Wezareta Edaletê xwest ku daxuyaniya xwe ya li ser mijara hevdîtina bi Ocalan re bixe meriyetê.

Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, çalakiya xwe ya li Meclîsê derbasî Navenda Giştî ya HDP'ê kirin. Rêveberiyên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) serdana dayikên berxwedêran kirin ku heft roj in çalakiyê pêk tînin.

Heyeta KESK'ê ya ji Hevserokê Giştî Mehmet Bozgeyîk û endamên Desteya Rêveberiya Navendî, beriya serdana dayikan bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî re hevdîtin kirin.

Bozgeyîk piştre serdana dayikên li salona konferansê kir û daxuyaniyeke kurt da.

Bozgeyîk bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û anî ziman, êdî ji asta krîtîk jî derbas bûne.

Bozgeyîk destnîşan kir, ji bo tiştek bi kesî neyê divê Wezareta Edaletê bikeve nava liv û tevgerê û got, Wezareta Edaletê divê daxuyaniya xwe ya ku digot 'qedexe bi dawî bûye, parêzer dikarin hevdîtinê bikin' di pratîkê de nîşan bide.

Dayik Nezahat Teke piştî Bozgeyîk axivî û got, "Du meh in bersiv ji daxwazên me yên hevdîtinê re nehatiye dayin. Tiştek heye ku me dixe nava tirs û fikaran. Roja destpêkê em bi Serokê Meclîsê re rûniştin. Em bi hêvî bûn, lê belê roj derbas bûn û parêzeran eşkere kirin ku qedexe di pratîkê de ranebûye, didome. Em li bendê ne ku parêzer tavilê hevdîtinê bikin. Ji bo me kêlî girîng in. Eger 30 kes di rojiya mirinê de bin, hingî yên mayî jî dikarin dest bi rojiya mirinê bikin. Em bi tirs û fikar in."

Nezahat Teke bang li Wezareta Edaletê kir ku gavê biavêje.