Biryara DYA'yê ya li dijî PKK'ê li Îtalyayê hate şermezarkirin

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê bi hezaran kes li dijî biryara DYA'yê ya li dijî 3 rêveberên PKK'ê daketin qadan. Li bajarê Munster ê Elmanyayê jî ciwanên Kurd salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Meşa li Floransayê li ber Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê dest pê kir. Kurdan tevî dostên xwe çalakî pêk anîn û biryara DYA'yê şermezar kirin. Li gorî amadekaran, 3 hezar kes meşiyan.

Di meşê de ku ji aliyê komên sosyalîst, demokrat û anarşîstan ve hate organîzekirin, pankarta bi nivîsa "Destên xwe yên faşîst ji nûnerên rûmeta Kurdan vekişînin" hate vekirin. Li ser pankartê jî wêneyên ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan hatin danîn.

Di dema meşê de belavok hate xwendin û ji DYA'yê hate xwestin ku ji biryara xwe vegere. Di meşê de ji bo Ocalan û PKK'ê dirûşm hatin qîrîn.

LI MUNSTERÊ MEŞA BI MEŞALEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger jî li bajarê Munster ê Elmanyayê salvegera 40. a damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Bi sedan kes tevlî meşa bi meşaleyan bûn. Di çalakiyê de posterên Ocalan, alên YPG, YPJ û TEV-DEM'ê hatin hildan.

Bi navê komîteya çalakiyê Jînda Riha axivî û got, "Salvegera 40. a damezrandina PKK'ê li mirovahiyê, şoreşgeran, gelên bindest û hemû Kurdistaniyan pîroz be. Ciwanên me ku di têkoşîna 40 salî ya gelê me de her tim li refên pêş bû, di vê dema dîrokî de jî wê bi berpirsyariya xwe ya mezin rabin."

Riha diyar kir, sala 41'ê ya PKK'ê wê bibe sala serketinê û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye."