Biryara DYA'yê li Viyanayê hate şermezarkirin

Biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê li Viyanayê hate şermezarkirin.

Biryara DYA'yê ya li dijî sê rêveberên PKK'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate şermezarkirin.

Kurdistanî bi vê armancê li ber Konsolosxaneya DYA'yê li hev civiyan û wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan vekirin. Kurdistaniyan pankartên bi nivîsa "Na ji komploya navneteweyî ya duyemîn re", "Destên xwe ji pêşengên Kurd ên bi rûmet vekişînin" hildan.

WÊ HETA ROJA ÎNÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

Çalakî heta saet 11'an dewam kir û alên PKK'ê hatin hildan.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina biryara DYA'yê wê heta roja Înê dewam bikin.