Biryara Destûra Bîngehîn wê kesên 5 salan girtî mane eleqedar bike

Biryara Destûra Bîngehîn wê kesên 5 salan girtî mane eleqedar bike

Dadgeha Destûra Bîngehîn xala di 3. paketa darazê de cih digire ya têkildarî  "Sûcên terorê ” ya 10 salan girtîmayînê digire nav xwe betal kir. Pêwîst e Wezareta Edaletê di nav salekê de têkildarî mijarê nîzameke nû çêbike. Parêzer Ramazan Demîr der barê vê mijarê de got, "Ev betalkirin tenê kesên 5 sal in di girtîgehê de ne eleqedar dike.”

Parêzer Ramazan Demîr ku ji ANF’ê re axivî wiha got, "Dadgeha Destûra Bingehîn, di sûcên normal de ku dema girtîmayînê 5 sal in di xalên wek, 'li hemberî ewlehiya dewletê, nîzama destûra bîngehîn, li hemberî parastina millî, li hemberî  sirên dewletê û sîxurtî” hukmê 10 salan girtîmayînê hebû. Bi vê biryarê ev betal bû. Jixwe Dadageha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ji ber vê sedemê gelek caran Tirkiye mehkûm kir.

JI BO TEHLÎYE BIBIN DIVÊ 5 SALAN GIRTÎ MABIN...

Prz. Ramazan Demîr ev agahî dan: "Eger em bifikirin ku ev hukm ketiye meriyetê, wê dema girtîmayînê ya kesên ji sûcên siyasî bibe, 5 sal mîna yên weke girtiyên adlî. Yanî wê karibin tehliye bibin. Tenê ev avantaj e. Lê belê her kesî 5 sal danegirtine. Ji bo karibin jê sûd bigirin divê 5 salên xwe dagirtibin. Mînak di doza ‘KCK’ê de di sala 2009’an de girtin çêbûn. Hîn 4 sal tijî dibe. Wê tesîrê li wan neke.”

Parêzerê Şirnexê yê BDP’ê  Hasîp Kaplan têkildarî biryara Dadgeha Destûra Bîngehîn daxuyanî da ANF’ê. Kaplan got ku pêwîst e li bendê nemînin ku salek biqede û wiha berdewam kir: "Em daxwaza xwe ku divê ev biryar bê ku were derenghiştin bikeve meriyetê ji hikûmetê re bêjin. Divê tavilê ev gav bê avêtin.” Kaplan her wiha destnîşan kir ku kesên 5  sal in girtî ne wê bi vê biryarê re karibin tehliye bibin. Û biryar ji bo kesên hîn 5 salên xwe temam nekirine jî di aliyê demê de feydeyê bide.