Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tenê ji bo wekîlê CHP'yî derbasdar e!
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tenê ji bo wekîlê CHP'yî derbasdar e!
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tenê ji bo wekîlê CHP'yî derbasdar e!
5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ku daxwaza berdana parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Ayhan û Gulseren Yildirim red kir, bi piraniya dengan biryar da ku wekîl girtî bimînin. 6. Dadgeha Cezayê Giran jî di mutalaa xwe ya der barê parlamenterên girtî Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş de îdîa kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) di encama serlêdana şexsî ya Parlamenterê CHP'ê Mûstafa Balbay de biryara berdanê daye, lewma biryara mijara gotinê tenê ji bo Balbay derbasdar e.
Cîgira Koma BDP'ê Pervîn Bûldan redkirina xwaza berdana wekîlên girtî nirxand û got, "Careke din hiqûq hat binpêkirin. Derket holê ku Tirkiye ne dewleteke hiqûqî ye. Biryareke cihê şermê ye."
Li dû serlêdana serbestberdanê ya li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat kirin dozger, lêkolîna xwe ya li ser dosya der barê parlamenterên girtî yên ji doza KCK'ê tên darizandin Parlamenterê Wanê yê Serbixwe Kemal Aktaş, Parlamenterên BDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz temam kir.
Piştî ku li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), 13. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Mûstafa Balbay serbest berda, parêzeran serlêdan kirin û dosyayên parlamenter Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş ji aliyê dozgeriyê ve hatin lêkolînkirin.
Dozgeriyê der barê Aktaş, Irmak û Sariyildiz de mutalaa amade kir û xwest daxwaza berdana 3 parlamenteran bê redkirin. Dozgeriyê di mutalaa xwe de îdîa kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn der heqê Balbay de daye li ser serlêdana şexsî hatiye dayîn, lewma biryara mijara gotinê bi tenê ji bo Balbay derbasdar e.
Dadgeh dê mutalaa û daxwaza berdanê ya parêzeran binirxîne, der heqê rewşa parlamenterên girtî de biryara xwe bide.
5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî, serlêdana serbestberdana Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ji Doza KCK Riha tê darizandin û Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim a ji doza KCK Mêrdînê girtî tê darizandin nirxand û daxwaza serbestberdanê red kir.
Dozgeriyê di mutalaa xwe ya der heqê Ayhan û Yildirim de bi hinceta mafê hilbijartinê hatiye binpêkirin û dema dirêj a ragirtinê, xwest herdu parlamenter bên berdan, lê belê dadgehê ev daxwaz red kir û bi piraniya dengan biryar da ku Ayhan û Yildirim girtî bimînin.
BÛLDAN: BIRYAR CIHÊ ŞERMÊ YE
Lê hemberî vê biryar û nêzîkatiyê Cîgira Serokê Koma BDP'ê ya li Parlamentê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşan da.
Bûldan destnîşan kir ku bi vê biryarê de li Tirkiyê careke din hiqûq hatiye binpêkirin û got, "Hiqûq careke din hat binpêkirin, me ev dîtin. Li dû berdana Balbay diviyabû hemû parlamenterên din ên girtî bihata berdan. Der heqê van hevalên me de biryareke hatiye dayîn nîne. Demeke gelekî dirêj tên ragirtin. Diviyabû ev hevalên me ti carî nehatibûna girtin, lê weke dîl tên ragirtin. Parlamenterekî MHP'yî dema berdana BDP'yiyan hat rojevê daxuyaniyek da û got, 'Eger BDP'yî werin berdan emê qiyametê rakin'. Gelo ev yek weke gefekê hat fêmkirin. Eger Tirkiye ji azadiyan ditirse, hingî kes nikare behsa dewleta hiqûqê bike. Biryareke ku Tirkiye û demokrasî birîn kiriye. Divê ev biryar tavilê bê sererastkirin. Careke din derket holê ku Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye. Biryareke cihê şermê ye."