Biryara bi sedem a Dadgehê: Balbay cuda ye, BDP'yî cuda ne!
Biryara bi sedem a Dadgehê: Balbay cuda ye, BDP'yî cuda ne!
Biryara bi sedem a Dadgehê: Balbay cuda ye, BDP'yî cuda ne!
5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, sedema biryara xwe ya redkirina daxwaza berdana parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim, aşkera kir. Dadgehê got, "Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der heqê Mûstafa Balbay de hatiye dayîn, ji ber ku ji bo bersûcê li dadgeha me tê darizandin nikare encamekê bi xwe re binê, daxwaza serbestberdanê ya parêzeran a ev biryar weke emsal nîşan dane, hatiye redkirin."
5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, sedema biryara xwe ya redkirina daxwaza berdana parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim, ku ji doza 'KCK'ê tên darizandin aşkera kir.
Heyeta dadgehê ragihand ku parêzerên Ayhan û Yildirim biryara Dadgeha Destûra Bingehîn weke emsal nîşan dane û serlêdan kirine û got, "Bandorên cuda yên biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hene. Bandor, derbasdarî, misogerî û pêkanîna biryarên di encama kontrola serlêdana şexsî û kontrola normê dîtbar û nedîtbar hatine dayîn, ji hev cuda ne. Biryarên betalkirinê yên Dadgeha Destûra Bingehîn di encama kontrola normê dîtbar û nedîtbar de, xwedî du bandorên cuda ne. Ya yekemîn, ji ber ku biryarê norma mijara dozê ji holê radike, ev biryar ji bo her kesî derbasdar e û xwedî encam e. Ya duyemîn, bi pêkanîna biryara Dadgeha Destûra Bingehîn re, ji ber ku normê li dijî Destûra Bingehîn ji holê tê rakirin, norma hatiye betalkirin û nebûna wê normê li qada pêkanînê li ber çavan tê girtin û dewam dike. Xala 153. a Destûra Bingehîn a 1982'an xwedî hikmê 'Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hemû navgînên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê, meqamên îdare û kesayetên rast û hikmê şexsî eleqedar dike û li van qadan derbasdar e.' Li gorî vê sererastkirinê, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ên der barê dozên dijderketin û betalkirinê de, xwedî hêza derbasdariya hiqûqî ya giştî ye. Yanî dadgeh, di kontrola normê dîtbar û nedîtbar de, bi tenê der heqê bûyerê de û bi tenê der heqê aliyan de biryarê nade. Ji ber ku biryarek li ser normeke hatiye betalkirin, ji bo her kesî derbasdar e û xwedî encam e. Lê belê divê li ber çavan were girtin ku ev xûsûs ji bo derbasdariya betalkirina normane. Xûsûsa derbasdariya biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser norman, di warê biryarên serlêdana şexsî de, divê werin lêkolînkirin."
BIRYARÊN DDM JI BO KESÊ SERLÊDANÊ DIKE DERBASDAR E!
Dadgeh diyar dike ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) ên di encama serlêdanên şexsî de hatine dayîn, ji bo kesên aliyên dozê derbasdar e û di sedema biryar xwe de cih da van gotinan: "Dadgeha Destûra Bingehîn erkdar e ku bi tenê der heqê bûyerê û aliyan de biryarên derbasdar bide. Serlêdana şexsî jî ancax yê serlêdan mafê xwe yê şexsî tê binpêkirin dikare were kirin û biryara di vê derbarê de jî were stendin ji bo wî şexsî derbasdar e. Biryara binpêkirina maf a Dadgeha Destûra Bingehîn der heqê Mûstafa Balbay de daye, ji bo bersûcên li dadgeha me tê darizandin yekser derbasdar nîne û nikare bi xwe re encamê bîne. Lewma daxwaza parêzeran a bi emsaliya vê biryarê hatiye kirin, hatiye redkirin."