Bîrtane, mirinên bi guman ên li leşkergehan ji Davûtoglû pirsî
Bîrtane, mirinên bi guman ên li leşkergehan ji Davûtoglû pirsî
Bîrtane, mirinên bi guman ên li leşkergehan ji Davûtoglû pirsî
Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, mirinên bi guman ên li leşkergehan ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû pirsî.
Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, mirinên bi guman ên li leşkergehan ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû pirsî. Bîrtane da xuyakirin, ku mirina leşkeran û binpêkirina mafan ên li leşkergehan her dewam in û got, "Taner Kaya, Ortay Sîncar, Ferhat Işik û Aydin Çevîk çend ji leşkerên di sala 2014'an de li leşkergehan jiyana xwe ji dest dane ne."
Bîrtane got, "Sedema mirinên li leşkeran pirsgirêkên tenduristiyê, qeza, guleya qezayê, xwekuştin an jî tiştekî din be jî, berpirsyar hikûmet e, sazî û rayedarên saziyên pêwendîdar e" û pirsî, ku sedemên mirina Kaya, Sîncar, Işik û Çevîk li agahiyên rayedarên leşkerî tên yan na.
Bîrtane ji Davûtoglû xwest, ku bersiva van pirsan bide:
"Gelo malbat hene, ku îdîayên rayedarên leşkerî yên li ser sedema mirina zarokên xwe qebûl nekirine? Der heqê van mirinan de, bi gumana kuştinê lêpirsîn hatiye destpêkirin?
Malbata Ferhat Işik got, "Kurê me ji aliyê fermandar ve hat kuştin", der herqê vê îdîayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin?
Hejmara leşkerên di sala 2014'an de ji ber hincetên xwekuştin, qeza, fîşeka qeza hwd. de jiyana xwe ji dest dane çiqas e?
Ji bo pêşîgirtina li mirinên bi guman û şîdeta fîzîkî û psîkolojîk a li leşkergehan, çi tedbîrên we hene? Di nava 10 salan de, rayedarên leşkerî yan jî wezîfedar hene ku ji ber mirin û şîdeta fîzîkî û psîkolojîk a li leşkergehan ceza xwarine? Eger tinebe, hingî berpirsyarê mirin û bûyerên şîdetê yên li leşkergehan kî ne?"