Birînên xwe bi xwe dipêç in

Birînên xwe bi xwe dipêç in

Ji bo zarokan ji psîkolojiya şer rizgar bikin, ciwanan rêbazeke nû afirandin. Ciwanan bi skêçan berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê derxistin pêş û dixwazin tirsa çeteyên DAIŞ'ê belav kiriye ji holê rakin û berxwedanê nedin jibîrkirin.

Bi hezaran Kobaniyên piştî destpêkirina şerê li Kobanê neçar man koç bikin, hatin navçeya Riha Pirsûsê û li wargeha ji konan bicih bûn. Malbatên ku her tiştên xwe li dû xwe hiştin, li wargeha ji konan hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Yên ku herî zêde travmaya şer hîs dikin zarok in. Zarokên ku haya wan ji travmaya dijîn nînin, karên di destê xwe de mîna çekekê bikar tînin û lîstikên li ser çeteyên DAIŞ'ê û komên YPG/YPJ'ê dilîzin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest didin jî hildigirin ser milê xwe û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" li nava wargehê dimeşin. Ciwanên ku vê travmaya zarokan dibînin, ji bo zarokan ji vê atmosferê rizgar bikin, tên cem hev û skêçan lidar dixin. Ciwanan bi qîrîna dirûşmeyan bi sedan zarokan kom dikin, ji zarokan xelekê çêdikin û bi skêçên xwezayî hewl didin, kêfa zarokan bînin. Kobaniyên ku hewl didin birînên xwe bi xwe bipêç in, destnîşan dikin ku çi dibe bila bibe ew ê bi pêş ve biçin û ji çeteyan netirsin.

'KURD HÎN BÛ BIRÎNA XWE BI XWE BIPÊÇ E'

Sûar Mehmed da xuyakirin ku ji bo zarok aciz nebin, xwe bi tenê nebînin ew bi lîstikan hewl didin kêfa zarokan bînin û dixwazin zarokan ji vê travmaya şer rizgar bikin. Mehmed da zanîn ku li dibistanên hatine vekirin, ji Rojava, ji Kobanê û Bakurê Kurdistanê mamoste hatine cem hev û got, "Bila zarokên me nebêjin DAIŞ'ê xaka me bi dest xist. Bila nekevin nava psîkolojiya bindestiyê û netirsin. Kurd natirsin, ne biçûk ne jî mezinê Kurdan, ji çeteyên DAIŞ'ê natirsin. Çi dibe bila bibe Kurd wê her tim bi pêş ve biçin û çi bi serê wan de bê jî, ew ê zanibe birîna xwe bi xwe bipêç e."

'EM Ê NEHÊLIN ZAROKÊN ME BERXWEDANA YPG/YPJ'Ê JI BÎR BIKIN'

Elî Îsa ragihand ku ew naxwazin zarokên wan xwe li xerîbiyê bibîne û destnîşan kir ku ew ne li xerîbiyê li cem xwişk û birayên xwe ne. Îsa got, "Zarokên me gelek in û divê bi tebîetên nebaş nekevin. Em dixwazin ew çand û zimanê xwe hîn bibe. Dema em hewl didin zarokên xwe ji psîkolojiya şer rizgar bikin, em naxwazin ku berxwedana gelê Kurd û zilma li wan hatiye kirin ji bîr bikin. Lewma em di lîstikên xwe de vê vedibêjin."

Îsa da zanîn ku ew bi taybetî di lîstikên xwe de berxwedana YPG/YPJ'ê derdixînin pêş û destnîşan kir ku ew berxwedana YPG/YPJ'ê ti carî ji bîr nakin, her tim di dilê wan de ye.