Birîna 35 salan: Mereş
Birîna 35 salan: Mereş
Birîna 35 salan: Mereş
Li Tirkiyê hînê hikûmeteke ku karibe hesab ji Komkujiya Mereşê bipirsîne, derneketiye holê. Her hikûmetên hatin ser desthilatdariyê berpirsyarên komkujiyê parastin, hikûmeta AKP'ê jî parêzvanên berpisyaran di hilbijartinên herêmî de namzet nîşan da. Di salvegera 35. de rojnamevan Kasim Engîn û Cemal Şerîk, der heqê komkujiyê de nirxandinên girîng kirin.
'Di destê wan de tivinga Alman, mawzer, tivingên makîneyî hebû. Pêsîra jinên me jê kirin. Gule berdan zarokê me yê şeş mehî. Milên wan hatin jêkirin, serê wan hatin eciqandin. Heqaret hem li zindî hem jî li miriyê jinên me kirin. Li gel hevserê wan, ev kirin. Hevser got; 'Ji Xwedê bitirsin.' Rabûn hevser kuştin. Dûre jî jin kuştin. Bavekî 20 salî li gel kurê wî kuştin. Şîş di çavên mirovan re rakirin. Li Seyrantepeyê dest avêtin hevsera ..... ê Kaşanî, gule lê reşandin. Dûre jî kulot derxistin û avêtin nava kolanê. Li serê Şah Îsmaîl Kalayci bivir lê xist û mejiyê wî parçe kirin...'
Tevî ku di ser re 35 sal derbas bûne jî ev îfadeyên şahidên komkujiyê mirovan dicemidîne. Ev îfade bi tenê beşek ji îfadeyên şahidên Komkujiya Mereşê ya 35 sal berê di 21'ê Kanûna 1978'an de rû da û zêdeyî hezar mirov hatin qetilkirin, hezar û 500 jî birîndar bûn.
Bi salan gotin 'sira dewletê' û rapor hatin veşartin. Di gelek lêkolînan de derket holê ku komkujî were polîtîkayeke dewletê ye û heta niha weke rêbazeke çavtirsandin û kontrolkirinê hatiye bikaranîn. Ev komkujî di serî de Kurd, Ermenî û Elewî li hemberî gelek beşên civakê bi rêk û pêk hat bikaranîn.
BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ, ZILAMÊ SEREKE YÊ SEROKWEZÎR ERDOGAN; AKSÛ
Di dema Komkujiya Mereşê de ku amadekariyên wê beriya bi rojan hat kirin, Mudurê Emniyetê yên hingî zilamê duyemîn ê AKP'ê Abdulkadîr Aksû bû. Li Mereşê her çend 4 rojan bênavber xwîn herikî jî, der heqê Abdulkadîr Aksû, endamên MÎT'ê û burokratên hingî yên navên wan di komkujiyê re derbas dibûn, heta roja îro ti lêpirsîn nehat vekirin. Di dema bûyeran de Wezîrê Karên Hundir Îrfan Ozaydinli ji bo ronîkirina komkujiyê ekîbeke taybet ava kir û di lêkolînan de gihaşt agahiyên girîng. Lê belê bi navê sira dewletê ev agahî hatin veşartin. Li gorî raporên Dozgerê Komarê yê hingî û ekîba taybet a Ozaydinli, plansaziya komkujiyê ji aliyê xizmê Alparslan Turkeç ku wê demê şêwirdarê hiqûqê yê MÎT'ê bû, 4 endamên MÎT'ê û ajanê CIA Peck ê çend roj beriya komkujiyê çûbû Mereşê, hatiye kirin.
BI QANÛNA ANTÎ-KURD Û TMK RE BERPIRSYAR HATIN PARASTIN
Di nava plankarên komkujiyê de Serokê Partiya Edaletê yê Bajêr Farûk Kadioglû û Şaredarê hingî yê Mereşê Ahmet Ûncû jî hebûn. Li dû komkujiyê 804 kesên heta sala 1991'ê weke bersûc dihatin darizandin di rêjeyên cuda de cezayê girtîgehê xwarin. Lê belê 68 kesên di komkujiyê de rolên girîng lîstin qet nehatin darizandin. Kesên der heqê wan de ceza hat dayîn jî bi Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) ya ji aliyê Tûrgût Ozal ve di Nîsana 1991'ê de hat derxistin, hatin berdan. Li dû vê qanûnê ku di roja me ya îro de weke "Qanûna Antî-Kurd" tê naskirin, li 12 bajarên Kurdistanê rewşa awarte hat îlankirin.
Ev komkujiya ku di dîroka dewleta Komara Tirkiyê de hat jiyîn, ji aliyê rayedarên dewletê ve jî hat erêkirin ku kiryarek hevpar a NATO û Gladyoya Tirk e. Rojnamevan Nivîskar Kasim Engîn ê bi xwe jî ji Pazarcix a Mereşê ye, der heqê komkujiyê de vê nirxandinê dike;
QADA LÊ KOMKUJÎ HAT KIRIN, QADA WELATPARÊZIYÊ YA KURD BÛ
"Yên ku dîrokê baş dizanin, dizanin ku herî zêde ji Dîlokê beşdarî li meş û civînên Kurdistanê yên bi pêşengiya Rêber Apo pêk hatiye. Di civîna li Dîlokê de tê gotin ku hingî 83 ciwan beşdar bûne. Û di nava ciwanan de gelek Pazarcixî û Dîlokî hene. Dîsa PKK ya ku di 26-27'ê Mijdara 1978'an de ava bû, îlana wê ya fermî nayê kirin. Li Mereş û derdora wê gav bi gav PKK yanî tevgera Apoyî bi pêş dikeve. Ev yek bûyereke ji rêzê nîne. Ji ber ku Mereş, Dîlok, Meletî bajarên li ser sînorê Tirkiyê ne. Çend ji cihên ku çanda modernîst a kapîtalîst li gorî xwe herî zêde gelê Kurd asîmîle kiriye. Lê belê bûyerên qewimîn nîşan dan ku ev asîmîlasyon bi ser neketiye. Hingî ji bo pêşî li vê rewşê bê girtin diviyabû tiştek bihata kirin. Diviyabû bi şêwazekî hem dest li Kurdistanê bihata werdan hem jî çavê gelê Kurd bihata tirsandin. Û bi hovîtiyeke mezin a li vê derê were kirin re diviyabû peyameke xurt ji Tirkiyê re bihata dayîn. Ev yek jî Komkujiya li Mereşê bû."
LI DÛ KOMKUJIYÊ LI BAJARÊN KURDISTANÊ REWŞA AWARTE
Engîn diyar dike ku li dû komkujiya Mereşê li gelek bajarên Kurdistanê rewşa awarte hatiye îlankirin û got, "Heman piştî komkujiya Mereşê li gelek bajarên Kurdistanê rewşa awarte hat îlankirin, ev yek destwerdanek li Kurdistanê ye. Ya ku li vê derê qewimî çavtirsandina mirovan bû. Ji xwe piştî vê komkujiyê ti Kurdênl i derdorê neçûn vî bajarî û bajar ji faşîstan re hiştin. Û mirovên li vê derê jî heman piştî komkujiyê bi lez û bez bajar terikandin û derketin derveyî welat. Eger îro hînê jî tevgerên siyasî yên legal ên Kurd li Mereş, Dîlok û bajarên li vê derê nikarin serketî bibin, pêwendiya xwe bi vê komkujiyê re heye."
RÊXISTINÊN KONTR-GERÎLA KIRIN
Rojnamevan Nivîskar Cemal Şerîk jî da xuyakirin ku di komkujiyên amadekariya darbeyê de hedef bi zanebûn hatine hilbijartin û got, "Ev hedef çiye? Pêşhateyên civakê hene. Eger ev kesayet bihata kuştin, dê deng veda. Êrîşek li hemberî van destpê kir." Şerîk anî ziman ku bi pêşengiya NATO-Gladyoya Tirk rêxistinên mîna Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT), Artêşa Rizgariya Tirkên Dîlgirtî (ETKO) hatine avakirin û hin saziyên civakî yên sivîl ketine meriyetê. Şerîk got, "Li ser navê van rêxistinan ev çalakî hatin lidarxistin."
GIRSEYÊN GEL ANÎN PÊŞBERÎ HEV
Şerîk ragihand ku li dû gelek komkujiyên biçûk, girseyên gel bi komkujiya Mereşê re anîn pêşberî hev û anî ziman ku darbekarên ev komkujî amade kirine û ji xwe re kirine sedem, xwe êdî li ser desthilatdariyê dane rûniştandin. Şerîk anî ziman ku di warê sazîbûn û rêveberiya rewşa awarte de gav hatine avêtin û got, "Li ser wê gavê destpêkê li 9 bajarên Kurdan rêveberiya rewşa awarte hat îlankirin. Piraniya van bajaran li Kurdistanê ye, hejmara vê dûre dikin 13 bajar. Û gav bi gav vê mezin dike û li her cihên hêzên çepgir û demokratîk lê rêxistinbûyî ne, rêveberiya rewşa awarte îlan dikin."
‘HERÊMA KESK’ PROJEYA HÊZÊN KOMKUJÎ KIRIN E
Şerîk da zanîn ku hêzên Komkujiya Mereşê kirine li aliyekî xwestine hêzên şoreşger ên li Tirkiyê tasfiye bikin, li aliyê din jî hewl dane pêşî li Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê bi pêş diket, bigire. Şerîk destnîşan kir ku li ser vê bingehê projeya 'Herêma Kesk' a hevkariya NATO û Gladyoya Tirk derketiye holê û ev proje di roja me ya îro de ji aliyê cemaet û AKP'ê tê temsîlkirin.
Rojnamevan Nivîskar Kasim Engîn jî da xuyakirin ku ji bo fêmkirina Mereşê divê li encamên komkujiya Mereşê were temaşekirin û got, "Dema mirov li encamên derketine holê temaşe bikin, diyar dibe ku ev komkujî û komkujiyên din ên li hemberî gelê Kurdistanê hatine kirin, bi tenê ji aliyê hin kesan ve nehatine kirin. Girînge bi vî çavî li Mereş, Sêwas, Gazî û Roboskî were temaşekirin." Engîn ragihand ku ji bo xeta hêzên komkujî kirine bi sernekeve, wezîfeyên girîng dikevin ser milê civakê û got, "Pêwîste em berevajî daxwazên hêzên komkujî kirine, tevbigerin. Divê em meydanê ji wan re nehêlin û nerevin. Pêwîste gel û komên xwedî baweriyên cuda yekitiya xwe hîn bêtir xurt bikin û li dijî faşîzmê rawestin."