Bîrdal: Tecrîd divê bibe rojeva sereke

Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir, ku divê tecrîd û grevên birçîbûnê xala sereke ya rojevê be û pêşniyara konferansa aştî û demokrasiyê kir.

Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal got aştiya civakî bi rakirina tecrîdê û başkirina şertên girtîgehê dest pê dike.

Ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 107 girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 2 hezarî zêdetir girtî ev 63 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal nehiqûqiya ku ketiye halê sîstematîk ji ANF'ê re nirxand. Bîrdal got tecrîda li Imraliyê li gorî hiqûqa navxwe û navneteweyî jî sûc e, li dijî mafê mirovan, demokrasiyê û aştiya civakî ye, ku civak pê hewce ye.

Bîrdal diyar kir tecrîd bi zanebûn, ji bo ku ser problemên sereke were girtin hatiye sazkirin û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî bi bîr xist, got 9 ciwan ji bo ku pêvajo bidin xuyanîkirin jiyana xwe feda kirine û divê mirov ji vê encamekê derxîne. Bîrdal her wiha diyar kir divê raya giştî çareseriyeke giştî bibîne.

Bîrdal bi bîr xist, şertên li girtîgehan pir giran e û got, ''Ji bo ku ev şert werin başkirin divê li pey hev mirov bimirin? Ji bo ku deng were derxistin divê grevên birçîbûnê bêdorveger bin?''

Bîrdal diyar kir divê tecrîd û grevên birçîbûnê di serê rojevê de bin, got, maneyeke dî ya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Bîrdal diyar kir ev tecrîd û gavên li girtîgehan encama çaresernekirina pirsa Kurd e.

Bîrdal got divê medya li ser vê mijarê were perwerdekirin, destpêka aştiya civakî bidawîkirina tecrîdê û başkirina şertên girtîgehê ye û diyar kir bi lezginî hewceyî bi konferansa aştî û demokrasiyê heye. Bîrdal got, nexşerêya ku wê ji wir derveke li ser pirsa divê çi were kirin wê rê şanî her kesî bide.

Bîrdal her wiha got dûrketina ji demokrasiyê, dubendîkirina civakê, dûrketina ji aştiyê, encama çaresernekirina pirsa Kurd e û got divê çareseriya pirsa Kurd divê xala pêşî ya rojevê be.