Birayê Saddam Hisên mir

Birayê Saddam Hisên mir

Çavkaniyekî fermî ya Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ku, birayê Saddam Hisên Sebhawî Îbrahîm Hesen miriye.

Çavkaniyekî fermî ya Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ku, birayê dîktatorê berê yê Iraqê Saddam Hisên, Sebhawî Îbrahîm Hesen ev demek bû ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû îro saet 05.00’an de li Nexweşxaneya Bexdayê mir.

Sebhawî Îbrahîm Hesen heta dawiya Hikûmeta BAAS li Îraqê bû û di gelek karên wek Serokê Hêzên Ewlehiyê, Serokê Istixbarata  Iraqê û demekê jî şêwirmendiya Saddam kiriye.

Sebhawî Îbrahîm Hesen di 27’ê Şibata 2005’an de ji aliyê Hêzên Hevpeyman ve radestî Dadgeha Iraqê hat kirin û ji aliyê dadgehê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Hêjayî gotine ku Sebhawî Îbrahîm Hesen di gelek bûyerên kuştin û komkuijiyan de cih girtiye û dilsozekî partî û rejîma BAAS a Iraqê bû.