Bîranînên ji bo 'Şehîdên meha Gulanê' didomin

'Şehîdên meha Gulanê' li bajarê Duisburgê hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' li bajarê Duisburg ê Elmanyayê civînek pêk hat. Bi dehan kes tevlî civîna bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan Hevseroka NCDK'ê Nûh Yildirim û endamê KOMAW'ê axivîn.

Qisekeran bal kişandin ser girîngiya meha Gulanê ji bo tevgera azadiyê ya Kurdan û diyar kirin, ku wê ji bo bîranîna şehîdan têkoşînê bi ser bixînin.

Di dawiya civîna bîranînê de xwarina fitarê hate belavkirin.