Binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ye
Binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ye
Binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ye
Li Tirkiyeya ku di serî de binpêkirina mafê jiyanê û hemû maf tên binpêkirin, 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê ji ber pevçûn, mirin û şer di bin siya tabloyek reş de tê pêşwazîkirin. Lê têkoşîna azadî û mafan jî bi berxwedana li djî vê tabloyê, 10’ê Kanûnên pêşwazî dike.
Piştî Duyemîn Şerê Cîhanê di 10’ê Kanûna 1948’an de Komîsyona Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî danezeke ku ji 30 xalî pêk dihat amade kir û li Parîsê ‘Roja Mafê Mirovan a Cîhanê’ îlan kir. li Tirkiyeyê di salên dawî de ev ji rojekê hat derxistin û di navbera 10-17’ê Kanûnê de wek hefteya mafê mirovan tê destgirtin.
Wek hemû derên cîhanê pisgirêka mafan li Tirkiyeyê jî pirsgirêka sereke ye. Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li ser gelan êdî ji rêzê ye. Ji cînayetên kar ên di bi navê qezayê de derbas dibin bigirin, heta kesên li kolanan bi guleya polîsan tên kuştin û berpirsên van nayên cezakirin.
Tenê ji ber şîdet û zextên dewletê bi hezaran kesên tên binçavkirin gelek mafên wan tine tên hesibandin, mexdûrkirin. Her wiha li girtîgehan girtiyên nexweş nayên dermankirin û zarokên girtî jî rastî îşkenceyên giran tên.
JI GIRTÎGEHAN TABÛT DERDIKEVIN
Yek pirsgirêkên herî girîng binpêkirinên girêdayî pirsgirêka Kurd tên. Maf û azadî bi zext û şîdetê tên çewisandin û pirsgirêka sereke jî ya girtîgehan e. Li girtîgehan şert û mercên girtiyên nexweş ên dermankirinê tên astengkirin û di encama vê de girtiyên bi navê Yaşar Dere, Celal Kiliçaslan, Celal Binici, Şehmus Yetek, Alî Çakici, Seyîthan Taşkiran, Çagdaş Aktepe, Aram Akyuz, Îrfan Eskibag, Ramazan Ozalp û Osman Akan jiyana xwe ji dest dan.
Girtiyên nexweş terkî qedera wan tên kirin û li girtîgehan pêkanînên keyfî û nefretê gihiştine asta herî jor.
MAFÊ JIYANÊ TUNE
Bi deh hezaran Kurdên ji Kobanê û Şengalê koçî Tirkiyeyê kirine bi şert û mercên dijwar de dijîn. Ji mafê tenduristî, bicihbûb, xwarin, perwerdeyê bêpar tên hiştin. Erebên ku ji Sûriyê hatine jî heman mexdûriyetê dijîn. Li gelek metropolên Tirkiyeyê kesên koçber bûne, parsekiyê dikin, ev rewş jî ji aliyê civakê ve ji rêzê ve tê dîtin.
Di bûyerên 6-13'ê Cotmehê de di çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê de binpêkirinên mafan gihiştin asta herî jor. 46 kesî jiyana xwe ji dest da û der barê berpirsan de ti tiştek nehat kirin. Vê asta binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê carek din nîşan da.
Hefteya buhrî Pakêta Ewlehiya Hundir anîn, meclîsê û di ser de çend roj derbas bû, li Geverê welatiyê bi navê Rojhat Ozdel ku di çalakiya bîranîna welatiyên Veysel Îşbîlîr, Mehmet Reşît Îşbîlîr û Bermal rastî êrîşa polîsan hat jiyana xwe ji dest da.
TIŞTÊN TÎNIN SERÊ ZAROKAN
Li gorî daneyên ÎHD’ê di navbera 1’ê Çile -19’ê Mijdara 2014’an de 49 zarok li girtîgehan û 64 zarok jî di bin çavan de îşkence dîtin. Di heman demê de di bûyerên civak û çalakiyan de 360 zarok hatin binçavkirin, 59 hatin girtin, 42 birîndar bûn. Ji bilî vê jî bi zarokan parsekiyê dikin wek hêza kar a erzan didin xebitandin.
ŞÎDETA LI HEMBER JINÊ
Rojê bi giştî 4-5 jin rastî şîdet û destdirêjiyê tên. Cînayetên jinan zêde dibin. Li Tirkiyeyê daraz di dozên şîdeta li ser jinê de faîlan xelat dike. Di qanûnên hatin derxistinê kujerên jinan bê ceza tên hiştin.
Îsal di bi navê namûsê de 5 jin hatin qetilkirin, 6 jinên LGBTÎ û ne Misliman hatin qetilkirin, 16 jin birîndar bûn û 32 jinî jî întîxar kir. 10 jinan hewldana întîxarê kir, 294 jin jî hatin qetilkirin.458 jin birîndar rizgar bûn. 142 jin rastî taciz û tecawizê hatin, li hember 202'an fihûş hat ferzkirin.
Bi hezaran jinên ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şengal û Kobanê reviyan di bin bandora şîdetê de man. Di bazarên koleyan hatin firotin, rastî tecawizê hatin.
ŞÎDETA ROJANE
Li gorî daneyên TUÎK’ê yên di meha Îlonê de aşkera kiriye, ji sedî 26’ê jinan dikarin kar bibînin. Hejmara jinên bê qeyd dixebitin gihiştiye 4 mîlyonî. Keda jinê tê mêtin. Jin di cînayetên kar de tên qetilkirin. Jinên têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê didin dibin hedefa dewletê.
CÎNAYETÊN KAR
Di 8 mehên destpêkê yên îsal de bi qasî tê zanîn 1.269 karker, ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar di Mijdarê de 123 bû.