Binçavkirin û girtin bênavber dewam dikin

Binçavkirin û girtin bênavber dewam dikin

Li Tirkiyeyê, operasyonên qirkirina siyasî bênavber dewam dikin. Di serdegirtinên li navçeya Amed Lice, li navçeyên Stenbol Sûltanbeylî û Umraniyê de 13 kes hatin binçavkirin. Li Mûşê jî 5 jê zarok 9 kesên bi hinceta beşdarî çalakiyan bûne hatin binçavkirin, hatin girtin.

Pêla serdegirtin, binçavkirin û girtinan ên li bajarên Kurdistanê bi hinceta protestoyên Kobanê destpê kir, vê carê xwe li navçeya Amed Liceyê da der. Polîsan danê sibê avêtin ser malan û welatiyên bi navê Hakan Mercan, Îdrîs Ozbahçivan, Mehmet Baygeldî, Alî Ceylan, Reşat Taşdemîr û Efendî Orakçi kirin binçavan. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Liceyê, lê sedema binçavkirinan nehat zanîn.

LI MÛŞÊ 5 JÊ ZAROK 9 KES HATIN GIRTIN

Li Mûşê jî 5 jê zarok 9 kes hatin girtin. Di serdegirtinên li mala xwendekaran a li Taxa Zafer a Mûşê de, 3 jê zarok 4 kesên hatin binçavkirin, duh êvarê radestî Edliyeya Mûşê hatin kirin. M.A. (17), Mesût Toksûn (21), M.Ş.A. (17) û birayê wî M.Ş.A. (16) ê ji bo girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hatin kirin bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "ji rêxistinê re teqemenî peyda kirine", "li dijî polîsan derketine" hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatin bicihkirin.

Hat ragihandin ku di dema lêpirsînê de zarok rastî lêdaneke dijwar hatine. Zarokên rapora tenduristiyê girtin wê gilî bikin. Malbatên li hundir edliyeyê jî nerazîbûn nîşanî biryara girtinê dan.

Li navçeya Mûş Melazgîrtê jî, Ekrem Şanci, Mûrat Tayden, O.A. (17), H.G. (16) û welatiyekî navê wî nehat zanîn ên li Taxa Danişmentgazî û navenda sûkê di serdegirtinan de bi hinceta beşdarî protestoyên Kobanê bûne hatibûn binçavkirin, duh êvarê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê 5 welatî girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Hat ragihandin ku Mûrat Tayden ji ber girtîgehê reviyaye û hînê nehatiye dîtin. Bi vî rengî hejmara kesên li navçeyê ji ber çalakiyên Kobanê hatin girtin derket 28'an.

LI STENBOLÊ 7 BINÇAVKIRÎ

Li navçeyên Stenbol Sûltanbeylî û Umraniyê, polîsan avêtin ser malên endamên DBP'yî û 7 kes kirin binçavan. Hat ragihandin ku binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û hin kolanên Sûltanbeyliyê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin.
Navê binçavkiriyan ev e: Emrah Degîrmencî, Ozkan Bayhan, Kenan Oral, Ahmet Faîk Tan, Yeter Îldaş, Tûrgay Denîz û Necla ya paşnavê wê nehat zanîn.