Bîlgen: Wê hilbijartineke krîtîk be

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ew ê hilbijartineke krîtîk û jêneger be. Bîlgen bal kişand ser vî tiştî ku hêzên dixwazin bêyî HDP’ê formulekê çêbikin, ew ê bişibin desthilatdariyê.

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen geşedanên têkildarî hilbijartina zordest ji ANF’ê re nirxand.

Bîlgen têkildarî hilbijarina pêşwext got ku, “Wan bi xwe biryareke wisa bi lezgînî dan û piştre jî diyar dikin ku daxwaza muxalefetê bû. Ji ber nerazîbûnên ji raya giştî ya navneteweyî dixwazin biryara hilbijartinê têxin stûyê mûxalefetê.”

Bîlgen bal kişand ser vî tiştî ku roja ku Rewşa Awarte hate dirêjkirin, biryara hilbijartinê hate dayîn û got, “Çi kesên ku ji neçarî dixwazin di Rewşa Awarte de pêk were û dixwazin vî tiştî bikin firsend, wan bi xwe biryara hilbijartina pêşwext dane.”

‘DIVÊ ALTERNATÎF WERIN NÎQAŞKIRIN’

Bîlgen têkikdarî namzetê hevpar ya li ser navê Abdullah Gul jî bi bîr xist ku,heta niha Abdullah Gul ji bo namzetiyê daxuyanî nedaye û di hevdîtinên nav muxalefetê de jî hê tiştekî şênber derneketiye holê.

Bîlgen diyar kir ku di vî warî de pêşniyazeke fermî ji wan re nehatiye û heke were jî ew ê binirxînin. Bîlgen diyar kir ku ji ber nîqaşa li ser Abdullah Gul, navên din ên alternatîf dernakevin holê û pêvajoyek wisa tê birêvebirin ku derfet çênabe ku navên din jî werin nirxandin. Bîlgen got ku, “Wekî encam ne bi tenê li ser navê alternatîf, divê tabloyeke wisa derxe holê ku di warê polîtîk de cihê û xurt be. Lê heta niha me alternatîfeke wisa şênber nedît.”

‘DEMÎRTAŞ DERKET PÊŞ’

Bîlgen diyar kir ku di Meclîsa Partiyê ya HDP’ê de namzetiya Selahattîn Demîrtaş derket pêş û Demîrtaş di nav kesên tên israrkirin de ye. Bîlgen bal kişand ser vî tiştî ku pêvajo û hevdîtin didomin.

Bîlgen diyar kir ku di civîna Lijneya Rêveber a Navendî de ji bo vê meseleyê komîsyonek hatiye avakirin û navê ku zelal bibe, ew ê ji raya giştî re were ragihandin. Bîlgen diyar kir ku ew ê hewl bidin namzetê wan bimîne ji tûra duyemîn re.

Bîlgen diyar kir ku heke namzetê wan nemîne ji tûra duyemîn re ew ê namzetê ku di warê demokrasiyê de bihîstyar e û ew ê karibe ku bi Destûra Bingehîn a demokratîk aştiyê biparêze, ew ê ji bo HDP’ê guncavtir be. Ji ber vê jî heke hemû partî ji bo namzetê wan bimîne ji tûra duyemîn re hewl bidin, ew ê ji bo mûxalefeta Tirkiyeyê jî hêviyeke mezin û îradeyeke xurt be.”

‘FORMULA BÊYÎ HDPÊ BÊTEHAMULÎ YE’

Bîlgen tifaqa ‘Benda Sifir’ wekî formuleke girîng nirxand û diyar kir ku hin nêrîn hene ku HDP’ê li derve bihêlin. Bîlgen diyar kir ku di navbera CHP-ÎYÎ Partiyê de hin hevdîtin tên kirin û wekî ku dixuye di vê formulê de HDPê tune. Bîlgen bal kişand ser vî tiştî ku helwesta ku tehamula wê ji HDP’ê re tune, wekî di desthilatdariyê de, di nav mûxalefetê jî heye.

‘HILBIJARTINA HERÎ KRÎTÎK’

Bîlgen herî dawîn diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo Tirkiyeyê wê qonaxeke girîng be. Bîlgen got ku, “Heke bloka desthilatdariyê bi ser bikeve, ew ê ev tişt ji bo Tirkiyeyê xetereyeke mezin be. Lê ji bo avakirina Tirkiyeyeke ku hilbijartin di şertên demokratîk de pêk tên û jiyan bi azadî didome, ev hilbijartin wê hilbijartineke krîtîk û jêneger be.”