Bîlgen: Tirkiye li Rojhilata Navîn enqazan paqij dike
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got ku, “Tirkiye îro di polîtîkayên xwe yên derve de, tenê enqazan paqij dike.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got ku, “Tirkiye îro di polîtîkayên xwe yên derve de, tenê enqazan paqij dike.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen piştî 8 mehan di civîna komê de axivî. Di civînê de wêneyê 9 parlementerên girtî jî di sînevîzyonê de hate nîşandan.
‘LI SER NAVÊ KOMARÊ FAŞÎZMÊ LI SER ME FERZ DIKIN’
Bîlgen axaftina xwe wisa domand:
“Kêşeya gelan ne bi komarê re, lê bi feraseta ku komarê re ye, ya ku wê bi rê ve dibe. Yek ji sedema ku îro li Rojhilata Navîn xwîn nasekine, vederkirina etnîk e. Divê mirov komarê ji nû ve binirxîne. Mirov dixwaze mînakên komarê bibîne yên ku modelên cihê yên jiyana bi hev re ava kiriye. Lê ew feraseta faşîzma 1930’an li ser me bi navê komarê ferz dikin.”
‘TIRKIYA ENQAZAN PAQIJ DIKE!’
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser aloziya li Başûrê Kurdistanê û got, “Li gorî raporên Neteweya Yekbûyî din ava 15 rojan de, 175 hezar kesan koç kirine. Heke hûn li hemberî vî tiştî kêfxweş bibin, hûn ê têkildarî aştiyê nikaribin gotinekê jî bikin. Heke polîtîkaya we ya aştiyê ya ji bo derve tunebe, li hundir jî wê têkildarî aştiyê tu gotina we tunebe. Îro di polîtîkaya derve de, paqijkirina enqazan bi para Tirkiyeyê ketiye û peywira her kesî ye ku li vî tiştî bipirse, bê ka ev li gorî feraseta komara demokratîk e yan na.”